Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Kurdistanê ji sepandina rewşa ewlehî ji aliyê rejîmê ve nigerane

15:35 - 30 Tebax 2012

Kurdiostanmedia: Sepandina rewşa ewlehî bi ser deverên Ûrmiye û Selmasê de bûye seba nigeraniya xelkê wê deverê.


Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmeida, rewşa deverên Uemiye û Selmasê hatiye ewlehîkirin û berbirûbûn li gel ciwanan û konterola hat û çûyên xelkê ji aliyê hêzên nîzamî û ewlekarî ên rejîma Îranê ve bûye seba pêkhatina rewşek ewlehî di deverên Selmas û Urmiyê de û nigeranî xistiye nawa wî xelkê de.
Herweha rejîma Îranê di deverên sînorî ên Tirgewer û Biradost ji bo çavdêrîkirina sînorên Îran Turkiyê burcekên nîzamî danîne.