Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê têkoşer yê Kurdistanê, peymana emegnasiya xwe digel du şehîdên nû yên neteweya xwe nû dikin

18:20 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Xelkê gund û bajarên Kurdistanê, bi şandina peyama hevxemiyê, bi boneya şehîdbûna du pêşmergeyên Kurdistanê, tevî nûkirina peymana xwe digel rêbaza wan, soz dan heta bicihanîna armancên wan riya wan wê bidomînin.

Li gorî nûçeya ku gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, piştî vê ku du pêşmergên lêhatî yên “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, di encama topbaranên Spaha Pasdaran ya terorîst de, tevlî karvana şehîdên Kurdistanê bûn, û xelkê Kurdistanê, li çînên cur bi cur, bi şandina peyamên hevxemiyê,  peyman û emgnasiya xwe digel rêbaza wan du şehîdan, û hemû şehîdên Kurdistanê nû kirin.

Xelkê nîştimanperwer yê Kurdistanê, li gundê “Nisll” a girêdayî bajarê Merîwanê, devera “Şarwêrana Mehabadê”, gundê “Ewîheng” ya bajarê Merîwanê, “Diza Mirgewer”, bajarê Bokan û Seqizê bi şandina peyama hevxemiyê emegnasiya xwe digel rêzabaza şahîdên Kurdistanê nû kirin.

Gundê Nisll

Ji aliyê xelkê gundê Nisll ve, sersaxiyê dibêjin malbata du pêşmergê emegnas yê PDKÎ yên bi navên şehîd “Îdrîs” û şehîd “Rehîm” û xwe hevparê vê xema van dizanin, ji xwedayê mezin hêvî dikin ku sebrê bide wan, û her çavan “Dr. Qasimlo” dibêje: “Gelek ku azadiyê bixwaze, dibe nirxê jî ji bo azadiyê bide, tu netewek bi bê cangorîkirina ciwanên xwe nagihîje azadiyê”. Xebata gelekê ku zilm lê hatiye kirin di dawiyê de her serdikeve.

Şarwêrana Mehabadê

Em weke endam û alîgirên PDKÎ li devera Şarwêrana Mehabadê, sersaxiyê dibêjne malbatên serbilind yên şehîdên nû yên Rasan a xebata gelê xwe, herwisa sersaxiyê dibêjin hemû endam û pêşmergên PDKÎ û xwe hevparê vê xema van dizanin.

Serkbikeve xebat û Rasan a Rojhilat

Mirin û neman ji bo dijmin û dagîrkarên Kurdistanê

27`ê Pûşpera 1397`an Mehabad

Bokan

 “Neteweyek ku azadiyê bixwaze dibe nirxê jî ji bo vê azadiyê bide”

Mixabin em haydar bûn ku du pêşmerge û hevalên xebatkar bi sebeba topbaranên komara îdamê tevlî rêza şehîdên nîştiman bûn, û armanca rejîmê ji topbarankirina korane ya van deveran, ew e ku ji aliyekî ve derbê li dahat û zeviyên xelkê ser sînor yên Herêma Kurdistanê bide, da ku ew jî li dijî hêza pêşmerge helwêst bigirin, û ji aliyekî din ve hêza pêşmerge li mana xwe di van deveran de poşman bike.

 Gelê Kurd û Hêza Pêşmergê Kurdistanê, desthilatdarên gellek ji wê deshilatê bihêztir spartine dîrokê.

Lê bixwe her li ser pê ye, û bihêztir ji berê ji bo bidestveanîna armancên rewa yên xwe xebatê dike.

Em weke pêşmergên bajar li devera bajarê Bokanê sersaxiyê dibêjne hizba hezkirî ya xwe, herwisa sersaxiyê dibêjne hevçeper û malbatên serbilind yên şehîdên nû, û peymanê digel riha pak ya şehîdan nû dikin, û ku heta biçokdeanîna dujmin riya wan didomînin.

 Riha wan şad be, mirin û neman ji bo dagîrkaran

Jawaro

Em weke pêşmergên bajar ku tevlî pêşmergê çiya bûne, li devera Jawaro ya Demokrat, li gundê “Ewêheng” ya Demokrat û Demokratperwer, bi boneya şehîdên nû yên rasan û hemû şehîdên hizba xwe sersaxiyê dibêjne endam û pêşmergê qehreman yên hizbê, û malbatên şehîdan, û herwisa ji vir ve peymana emegnasiya xwe digel wan nû dikin.

Sond bi Qurana pîroz, sond bi axa pak ya nîştiman û sond bi xwîna şehîdan, heta dawîn dilopa xwîna xwe emegdar dimînin, û dest ji xebat û têkoşîna li dijî dagîrkariya komara îdamê  hilnagirin.

Silav li Kurdistan, silav li Demokrat, gundê Ewîheng

Diza Mirgewer

 “Şehîd av e, têhnîtiya erdê dişkîne”

Peymana sersaxiyê li Diza Mirgewer a girêdayî bajarê Urmiyê

Em weke endam û alîgirên PDKÎ, peyama sersaxiyî ji hemû malbatên şehîdên neteweya xwe re dişînin.

Vê carê bi dileke tijî ji xem ji bo Mehabad û Pîranşarê, sersaxiyê dibêjne malbatên her du şehîdên nû yên neteweya xwe.

Herwisa sersaxiyê dibêjne malbata mezin ya xwe, Partiya Demokrat a Kurdistna Îranê, û heta dawîn dilopa xwîna xwe riya şehîdên Kurdistanê didomînin.