Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xemla Rojhilata Kurdistanê di metirsiyê de ye

01:25 - 6 Hezîran 2012

Sefye Xalidî
M etirsiyên li ser jîngehê dom dikin û her ku diçe jî zêde dibin. Li Kurdistanê hişyariya di warê jîngehê de di asteke hewce de nine lewra divê em girîngiyeke micid bidin vî warî.

Dema ku em piştrast in dewletên dagîrker girîngî nadin arîşeyên jîngehê, gerek civaka kurdistanê bixwe hewil ji bo parastina jîngeha xwe bide.

Weke hemû dizanin bi beşdariya 113 welatên cîhanê û her wusan bi beşdariya 1400 endamên sereke li welatê Siwîd (bajêrê stockholm) ji bona Parastina jîngeha cîhanî di 22 .12.1989’an de ew roj bi roja cîhanî a jîngehê hat binav kirin.

Li gişt cîhanê pirsgirêka jîngehê mezintirîn û bixetertirîn pirsgirêk e, her dewletek bi xwe pîlanên bihêz bikar tîne û pirsgirêka xwe heya radeyekê çareser dike û jiyanê ji bo miletê xwe rihet dike. Lê hêjayî gotinê ye ku şiyarbûna derbarê pirsa jîngehê weke bûyereke giştî li tevahiya cîhanê de bûyereke nû a 40 salên dawîn e.

Berê pirsa jîngehê gelek caran bi pirsên polîtîk û civakî ve dihat girêdan û diket rojevê, lê mixabin pir caran di nav wan munaqeşeyan de pirsa jîngehê girîngiya xwe wenda dikir.

Bêşik hin sebebên vê yekê jî hene. Weke tê zanîn texrîbkirina jîngehê jî wekî hin texrîbatên din bi giranî girêdayê balansa hêzê bûye. Wexta ku mirov li hember xwezayê ne xwediyê qeweteke berbiçav bû, çarçoveya texrîbatan jî gorî bêhêziyê pêtir dibe.

Bi pêşveçûna endustrî û teknolojiyê mirov bûn xwediyên qaweta mezin û li gor berjewendiyên xwe qeweta xwe wekî li dijî hemcinsên xwe, li dijî xwezayê jî hîn bi sîstematîk û pîlankirî bikar anîn.

Elektrîk, riyên asfalt, pirên biton, avdana bi teknîkên nû, fabrîqe, dermanên kimyayî, îhtiyaciyên rojane ên dirêjdem di destpêkê de hîn cazîb bûn, li gel ku bi xwe re di gelek waran de rehetî anîna ji bo mirovan, texrîbatên tiştên weha yên li ser jîngehê hîn sînyalên talûkeyê nedabûn, yan jî yên ku hebûn nedihatin dîtin.

Lê wexta hate ferqkirin ku texrîbatên mezin li ser însan, heywanan, kalîteya avê, berhemdariya axê hatine kirin û hin nexweşî jî encamên texrîbatên weha derketin holê, pirsa jîngehê bû yek ji mijarên munaqeşeyên rojane. Wexta bi navên “tevgerên kesk” û “parêzerên jîngehê” hin kes û girûp derketin û dengê xwe bilind kirin, berpirsiyarên dewletan û sermayedaran tevgerên wusa sûçdar kirin û gotin “hûn pêşveçûnê naxwazin”.

Li Kurdistanê şiyarbûna derbarê pirsa jîngehê hîn sava ye û pêvajoya texrîbkirina jîngehê jî berdewam e. Mînakên texrîbkirinan zêde ne. şerên ku dewletên dagîrker li welatê Kurdan meşand û hîn jî bi hin aliyan ve dimeşîne, ne tenê li hember mirovê kurd, belkî li dijî jîngehê texrîbatên mezin bi xwe re anî û tîne. Hema xerakirin û şewitandina bi hezaran gundan, şewitandina daristanan û …
Bi taybetî dewleta Îranê bi awayek hovane ew cihê ku bizane erdê Kurdan e di gel bikar anîna hezaran pîlanên bê mejiyane roj bi roj texrîb dike û rihê jê dikşîne. Weke mînaka herî mezin gola Urmiyê ku yeke ji mezintirîn gola xwê a cîhanê ye, ber bi nemanê diçe û mixabin netenê rejîma Îranê belkî girupên cîhanî ên jîngehê jî li hember wê karesata mezin a jîngehê de xemsar in. Tenê hewlên ku ji bo wê golê hatibin dayîn, meşên nerazîtiyê ên akinciyên derdora wê golê li bajarên Urmiyê û Tewrêzê bû ku ji aliyê rejîma Îranê ve hat tepeserkirin û vê rejîmê car din pêla texrîba jîngehê bi dilê xwe meşand.

Her wusa di Sînorê Rojavaya Îranê ku axa Kurdistanê digre, bi mihaneya parastina sînor, hezaran mayn (mîn) çeqandine û hêzên xwe ên dijî mirov berdane çiya û nevalên Kurdistanê û ji şewitandina daristanan bigre heya nehiştina heywanên kêvî û jinavbirina tov û rehên giya û darên çiyayê Kurdistanê karê rojane yê hêzên rejîma Îranê bi taybetî di wan çend salên dawî de ye. Ji aliyek ve jî nebûna siyasetek dirust a abûrî ku bûye seba hejariya xelkê û rû li şewitandina daran kirne, û herweha nebûna sîstemek pêşkevtî a pez û malatdariyê ku jîngeha heywanên kêvî betal û wêran dike.

hêviya me ev e ku grupên parastina jîngeha cîhanê di wê salvegerê de bala xwe bidin jîngeha Kurdistanê weke erdeke li ser wê cîhanê ku di metirsiyê de ye. Herweha neheqiya ku derheq axa Kurdistanê tê kirin bibînin û bînin ziman û di piratîkê de jî bo çareseriyêpêngavan hilgirin.