Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yad û bîra şehîdê serkirde Seyîd Selam Ezîzî

14:32 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2013

Mu’tesem Nûranî

Roja 24’ê Pûşpera îsal, 14 sal bi ser koça bêwext ya kak Seyîd Selam Ezîzî de derbaz dibe. Kak Selam yek ji wan rêberan bû ku bi tekoşîn, îmana polayîn, û hêza bêbinî, gellek zû karî ku pileyên teşkîlatî bibire û bigîje astek bilind. Ew hem di warê siyasî, hem di warê civakî, û hem jî di warê birêveberiyê de wek serkirdeyekî piragmatîk û xwedî tecrube û hilketî, di qada tekoşînê de derdikeve.

Renge hekî kesek şarezayê jiyana kak Selam nebe, nezane, lewra hewce ye ku bihê gotin ku kak Selam ji malê dunyayê, û ji rewşa jiyanê ji pile û payeyên civakî, tu tiştek kêm tunebû, ew dadwer û berpirsê dadgeha şaristanekê bû,kesayetiyekî civakî û hezkiriyê xelkê bû. Di hemen dem de berpirsatiyeke bilind ya hikumetî jî hebû. Wî dizanî ku hekî di vê pile û payeya hikumetî de bimîne, divêt biryarên nerast û paşvemayî ên rejîma axûndî bi ser xortên gelê Kurd de bisepîne. Bi îradeya şoreşvanî dest ji tewaya wana kêşa, û riya xizmet bi neteweya xwe hilbijart û hate nav qada xebatê.

Jêhatîbûn, mandînenasî, û kar û tekoşîna wî serkirdeyên mezin bû sedema vê ku li beşek zaf ya organên PDKÎ de her ji Komîte Şaristanê ve bigre heya digîje pêwendiyên derve û komîteya Nawendî û Deftera Siyasî, berpirsyatiyên hizbî pê hatin sipartin û li birêveberiya erkên xwe de li hember hizb û neteweya xwe de serbilind hate der, û bû rêberek mîrît, realîst û paradaym. Ez di Komîsyona SiyasîـNîzamî de hevkarê wî bûm, û ji nêz ve agehdarê dilsozî û şiyanên wî bûm, ew kadr û pêşmergeyên ku ji bo karê hizbî serdana wî dikirin, bi awayek lojîk raşnal, bi wan re qise dikir û hewil dida ku bi hevalên hizbî re reftarek usulî û dostane bike. Rûxweşiya wî, hêz û şiyan dida hevkarên wî, di karê hizbî de mandî nedibû, û gellek caran heya demên direng ên şevê serdana binkeyên hizbê dikir, û tevî vê ku ew serkirdeyekî siyasî bû, fermanderek xwedî şiyan ê nizamî jî bû.

Kak Selam di heyamê 20 sal tekoşîn di nav PDKÎ de bibû kesayetiyek bilind û cihê baweriyê, û di warê fikrî û siyasî pê gihîştibû, xwedî behre û qelem bû, pirtûka Sefera bê vegeriyan nivîsand û çend berhemên edebî û lêkolînên din di ber destên wî de bûn ku mixabin mirinê rê nedayê ku wan berhemn bidawî bîne.
Riha kak Seyîd Selam Ezîzî û tewahiya şehîdên riya rizgariyê şad, û hêviyên bilind ên wan bêne cî.