Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê li Amerîkayê komîteyek ava kir

21:00 - 24 Nîsan 2012

Kurdistanmedia: Yekîtiya Jinên Dmeokra Ên Kuridistana Îranê bi armanca pêtir berfirehkirina kar û çalakiyên xwe, li welatê Amerîkayê komîteyek ava kir.

Li gor nûçeçyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, berwar 21’ê Nîsana 2012’an, endam û alîgirên Yekîtiya Jinên Demokrat Ên Kurdistana Îranê li Waşîngtonê, bi hevkariya Komîteya PDK Îranê Amerîka, civînek gişûtî lidar xistin û komîteyek ava kirin.

Di destpêk de civîna han bi sirûda netewî a “Ey Reqîb” û xilekek bêdengî bo can paqij yê şehîdan destpê kir.

Piştre birêz Cemal Ebdullazade, Berpirsê Komîteya PDK Îranê_Amerîka, peyvek li ser rolê jinên Kurd pêşkêş kir û daxwaza serkevtinê ji civîna han re xwast.

Piştre birêz “Hêro Celdiyanî” Endama Birêveberî a Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kuridtana Îranê li ser rewşa jinên Rojhilata Navîn di niha de bas kir û herweha bi kurtî amaje bi dîroka Yekîtiya Jinan kir û şiroveyek li ser bername û pêrewa Yekîtiya Jinan kir. Di dawî de beşdaran pirs û boçûnên xwe anîn ziman û ji aliyê korrgêrr ve hatin bersivdan.

Di beşa dawî de di hilbijartinek demokratîk de 3 endamên eslî û 2 cihgir bo Komîteya Yekîtiya Jinên Demokrat Ên Kuridtsna Îranê li Amerîkayê hatin hilbijartin.