Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yelda û Rasan

22:52 - 21 Kanûna pêşîn 2017

Kerîm Perwîzî

Ustûreya Yelda û hizra Rasanê gellek rengê hevdu didin, û renge şoreş û serhildana di nav bîr û baweriyên neteweya Kurd de, ji van çavkaniyan ve têrav bibin,ku di çarçoveya lênihêrîna dîrokî-kulturî, derheq cîhanê tê pênasekirin.

Şeva Yelda ku di nava Kurdan de wekî şeva çileyê tê nasîn, ger em ji pênaseya wê ya xwezayî bigerin ku guherîn e di xwezayê de, û kurtî û dirêjiya şev û rojan guhertin bi ser de tê, di kultura xelkê navçeya Rojhilata Navîn de, bi şevekî girîng tê nasîn ku ji baweriyên herî kevn ên xelkê resen ê mezopotamiya û zagrosnişînan ve çavkanî digre.

Di bîrkirina zagrosnişînan de ku Kurd xwediyê rastîn ê heman mîrata kulturî û dîrokî û regezî ne, di şeva herî dirêj ya salê de, şerekî giran û rikeberiyeke tund di navbera tarîtî û ronahiyê de rû dide, û piştî vê şevê, di nava şikeftekê de Mîtrayek ji dayîk dibe, û serê xwe ji şikeftê derdixe, û avedanî û jiyanê bo cîhanê tîne.

Eva çira û xetîra palder û hêvîbexş a xelkê wê herêmê, û bitaybetî Kurd bûye, ku piştî her bêdengiyeke dirêjheyam, û her tarîtiyekê, û piştî her tengaviyeke dêrokî, sirûda serkevtin, ronahî, û azadî û hêviyê ji dayîk dibe.

Şeva Yelda ku li usture û bîrdanka dîroka neteweyekê de, bûye tûrikê watebexşîn û watazayiyê di pêvajoya dîrokê de, digel bûyerên din jî têkel bûye, û hemû demekê watayên wê pirrbuhagiran û girantir bûne.

Di qonaxeke hestiyar ya dîroka Kurd de, sala 1309 (1930)`an di havînê de şoreşa Kurd têk diçe, û rêberê şoreşê ku rêberê tevgereke neteweyî bûye, bi tîra îxanet û derevan tê şehîdkirin. Piştî şehîdbûna Simkoyê Şikak Kurdistan dikeve nava mij û dûmana xem û kovanan de, û bargiraniya îxanetê û bêdengiyeke cergbir û birîndarker per û baskên xwe bi ser Kurd de dikêşe.

Di demeke weha de ye, ku mîtrayeke din ji dayîk dibe, û rast di şeva Yelda de, ciwamêrê Kurdan, kesek ji regeza Mîtra û rojê, wate Qasimloyê rêberê şoreş û şoreşgeriyê, û watabexş bi jiyan û xebatê ji dayîk dibe.

Di serdemekê de, ku tevgera Kurd û Kurdistanê, ji şîpelan dikeve, û siwarçakê qada xebat û tekoşînê, li ber wan sedemên ku gellek caran me bas lê kiriye, çeperê ji germûgurriyê dixe, bo heyama 20 salan jî xebat sirr û sar dibe, lê ji nişkêva hêvî per û basakên xwe bi ser asoya xebat û tekoşînê di Rojhilata Kurdistanê de dikêşe, lê Rasan li ser heman hizr û felsefeya Yeldayê, di rastî de hêzdana bi xebat û kûreya jiyanê, sirûdeke nû di guhê civakê de dixwîne.

Sirûda nû ya Rasanê, reh û rîşe di kultur û lênihêrîna Kurd, û ji watabexşînên rêberê şoreşê Qasimloyê rêber û nemir wergirtiye, û demarên efsaneyên civakê dilivlivîne, lewra dilê xelkê digel dilê Rasanê lê dide.

Yelda û jidayîkbûna hêviyê û salvegera hatina bo nava jiyanê ya rêberê nemir, Dr. Qasimlo li Kurdistan û li “Rasan”iyan pîroz be.