Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Sînorê şikestî” xelata Zîv ya festîvala navdewletiya Beyrûtê wergirt

13:23 - 17 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Kurte fîlma “sînorê şikestî” ji derhênerê “Kêywan Kerîmî” sînemakarê Kurd, pileya duyem a festîvala navdewletiya fîlma Beyrûtê bidest xist.
Keywan Kerîmî derhênerê Kurd yê kurte fîlm û dêkomêntarî “sînorê şikestî” li 13’mîn festîvala navdewletiya Beyrûtê beşdarîkir û di vê festîvalê de karî xelata Zîv bi dest bîne.
Festîvala han li Beyrûtê peytextê Lubnanê û bi amadebûna çendîn berhem li welatên cur ba curên Cîhanê û Rojhelata Navînê di du beşê rikaberiyê de birêve çû fîlma dekomêntarî ya “Sînorê şikestî” di vê festîvalê de, 9’mîn xelata navdewletiya xwe bi dest anî.
Ew kurte fîlma piştre jî li festîvalên weke festîvala fîlma Mêstirmipa Îspanyayê, festîvala qutabiyên Fîlma Fîlofîst li welatê Îslovakî û festîvala kurte fîlma Azmûn Laydîn, hatibû pêşandan û karbû xelatê didest bixe.