Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDK Îranê li Sine wefat kir

15:50 - 18 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di bûyereke diltezîn de koça dawî kir.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, roja Çarşemî berwara 16’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, endamekî PDK Îranê bi navê “Serdar Şakirî” kurê “ Ceifer” seba berbûn ji bilndahiyê jiyana xwe ji dest da.
Serdar Şakirî temen 45 salî, xelkê gundê “Şiyan”a ser bi devera “Jawero”a bajarê Sine seba berbûn li banê mala xwe çû ber dilovaniya xwedê.
Serdar her di despêka pêwendî girtin li gel rêxistina veşartî a PDKÎ, weke endamekî ektîv, heya dawiya jiyana xwe bi şanazî ve erkên PDKÎ û rêbaza netweyî birêve dibir.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê serxweşiya xwe arasteyî malbat û kes û karên “Serdar Şakirî” dike û xwe di xem û kesera wan de bi şirîk dizane.

Riha wê şad