Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di Kurdistana Îranê de îzna çap û bilavkirina pirtûka “Zayîle” nehat dan

15:47 - 22 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Pirtûka “Zayîle” ji nivîsîna Elî Abidî, ji aliyê îdareya Îrşada Îslamî ya rejîma Îslamiya Îranê ve îzna çap û bilavkirinê nahate dan.


Li gor nûçeya gihştî bi malpera Kurdistanmedia, pirtûka “Zayîle” ji nivîsîn û amadekirina Elî Abidî, hunermend û nivîskarê naskirî yê Kurd, ji aliyê îdareya Îrşada Îslamî ya rejîma Îranê ve îzna çap kirinê nedanê.
Pirtûka “Zayîle” 31 awazê Kurdî bi xwe ve xirtiye û sibaret bi amêrên Tar, Sêtar û Sentûr hatiye nivîsîn û biryar bû pirtûkfiroşê Mukriyan li Serdeştên sala derbas bûyî çap û bilav bike, lê paş salek ragirtin ji aliyê berpirsên îdareya Îrşada Îslamî ya rejîma Îranê ve îzna çap û bilavkirinê nedanê.
Hunermen û nîvîskarê naskirî mamosta Elî Abidî cuda ji beşa ahengsaziyê ku xwediyê deyan berhemê navdare, di nivîsînê de heya niha 3 pirtûkên mûzîkê bi navên “Li dilmaye, Bi tenê min bi cî nehêle û Jîlan” bilavkirin e û nêzîkê 10 pirtûkên din jî hazirin bo çap û bilavkirinê.

6789.jpg