Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka “Kurdistan li derwazeya serbixweyî” hat çap û bilavkirin

14:19 - 24 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Pirtûka “Kurdistan li derwazeya serbixweyî” ji nivîsîna “Kirîstiyan Koîvonên” û “Welat Nehrî” bi zimanê Fîlendî li veşanxana “Îdîta” hat çap û bilavkirin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia’ê, “Kurdistan li derwazeya serbixweyî” pirtûk ku bi awayeke hevper ji aliyê “Kirîstiyan Koîvonên”, lêkoler û Kurdzanê Fîlendî û“Welat Nehrî” çalakvanê sivîl û rojnamevan û ji aliyê veşanxana “Îdîta” hat çap û bilavkirin.
Pirtûka han li pêşangeha navdewletî ya pirtûk li bajarê Hîlsînkî ku di rojên 24 û 27’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an de birêve diçe, beşdarî dike.