Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hezar kedkarên avbenda Seymere a Îlamê 6 meh e heqdest wer negirtine

13:16 - 24 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Çalakek kedkariyê li Îlamê gotiye ku “hezar kedkarên avbenda Seymere a Îlamê, heyamê şeş meh in ku heqdestên xwe wernegirtine.
Elî Xeyasî di got û bêjekê li gel Îlna tevî amajekirin bi vê ku heyamê şeş mehan e 1000 kedkarên avbenda Seymere ya Îlamê destheqên xwe wernegirtine, gotiye: Nûnerên wan kedkaran dengê xwe gîjandine îdareyên pêwendîdar û pirsa xwe şopandine, lê mixabin tu bersivek wernegirtine.
Bi gotina navbirî kedkarên avbenda han ji ber ku dahatek din tu ninin, bi wernegirtina destheqên xwe ên şeş mehan tûşî pirsgirêkên jiyanê bûne.
Bi gotina Berpisrê “Mala Kedkarên Îlam”ê îtibar û bodceya avbenda Seymere ya Îlamê ji cihê îtibar û bodceya giştî a welat berhev dibe.
Rewşa han di halekê de ye ku îsal ji aliyê Xamneyî rêberê rejîma Îranê ve bi sala piştevanî ji kar û sermiyeya Îranê hatibû diyarîkirin û ji aliyek din jî Ehmedî nijad di heyamê yek sala derbasbûyî de sê caran îdiaya berhevkirina 2.5 milyon derfetên karî û binbirrkirina bêkariyê di welat de kir.
Lê rewşa kedkarên Îranê roj bi roj berbi nebaşbûnê ve diçe û îsal bi daxistina çendîn kûrexaneyên Kirmaşanê 5 hezar kedkar bêkar bûne.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê