Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hicrî: Kurd amade ye tevî Komara Îslamî gotûbêjê bike

18:35 - 29 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Ajansa nûçegihaniya Anadol li gel Mistefa Hicrî sekretêrê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hevpeyvînek pêkanî.


Deqa hevpeyvînê:

Sekretêrê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê dêje heke Komara Îslamî a Îranê mafên kurd biselimîne, em amade ne bi navbeynkariya civaka navnetewî tevî wan gotûbêjê bikin.
Niha tenê partiyên kurdistana Îranê ne ku nikarin rasterast tevî rayedarên welatê Îranê ji nêz ve gotûbêjê bikin, ji bo vê partiyên han Komara Îslamî a Îranê tometbar dikin bi retkirina gotûbêjan.
Rêzdar Mistefa Hicrî sekretêrê giştî yê PDKÎ, ku binkeya sereke ya wan li bajarê Koyê ye ku dikeve 55 KM ji başûrê rojhelatê Hewlêrê, di hevpeyvînekê tevî AA tekez li ser vê yekê kir ku kurd her dem xwastiye ku tevî Tehranê gotûbêjê bike bo çareserkirina pirsan kurd, lê bi gotina wî, rayedarên Îranê daxwazkarê gotûbêjkirinê nînin.
Hicrî got: “Ji bo neteweyên din bi taybet kurd, hikûmet bi çavekî ewlehî mêzeyî xelkê dike, dema ku hevwelatiyek daxwaza azadî û mefên herî despêkî ên xwe bike, bi lez tometa nokerê biyaniyan û dijî nizamê didinê, her bi vê sedemê sedan tekoşer darvekirine û niha jî hin ji wan di zîndanê de ne, ev kiryarên han yekî weha kiriye ku heke derfetek bo ciwanên kurdistanê bê pêş, têne başûrê Kurdistanê yan jî diçin bo dervayî welat.”
Ferq û cudahiya Kurd li welatê Îranê tevî neteweyên din eva ye ku kurd mêj sal e xwediyê partiyên siyasî û karên rêxistinî li hemberî hikûmetên cûrbicûr ên Îranê ne. PDKÎ li sala 1945’an hatiye damezrandin. Çalakî û xebata siyasî û çekdarî li hember Komara Îslamî a Îranê li sala 1981’an dest pêkiriye.
Hicrî di warê rola kurd di Îranê de got: “Kurdên rojhelat pêgeheke bi hêz di Îranê de hene, neteweyên din ên Îranê jî çavnihêrî ji kurd hene û vê yekê jî wisa kiriye ku Komara Îslamî li hember maf û daxwazên kurdan xemsar be, Îran tirs ji vê heye ku heke razî bi vê be ku mafên kurdan bide, netewên din jî daxwaza mafên xwe bikin, vê demê welatê han dibe çavkaniya cudabûna coxrafî.
Sala 2005’an netwên kurd, Ereb, Azerî, Belûç, Tturkmen hevpêmaniyek girêdan bi navê netewên Îran û daxwaza Îraneke fidiral dikirin ji bo vê ku hemû netewe li deverên xwe de desthilata birêvebirina xwe hebe.
Sekretêrê giştî yê PDKÎ di vî warî de got: “Komara Îslamî bi fidiralîzmê razî nabe û naxwaze neteweyên din bigihîjne mafên xwe, heke sîstema fidiralîzm çêbe, hevahengî di navbera netewên din zêdetir dibe û welat jî li ser asta cîhanê Îraneke cuda dibe tevî ya ku niha heye.”
Di warê mafên kurd di kabîneya nû ya Hesen Rûhanî, Mistefa Hicrî got: “Rûhanî tu pirojeyekê baş bo kurd nine, hewlên Îranê tevî Rojava li ser mehandina Oranyomê û bo başkirina binaxeya aboriya welate, hekî ne Îran tu bername nine ku jiyana welatiyan baş bike, tenê di sê mehên borî de bi hukmê Rûhanî dehan kes hatine darvekirin.”
Kurdên Îranê di sala 1980’î pêve ketne nakokiyên kûr tevî rêberên şoreşa nû û serkevtî a Teranê, lê gotûbêjan şikest dianî, dawîn hevdîtina fermî û eşkere sala 1989’an bû ku di navbera PDKÎ û karbidestên Îranê hat kirin û şehîd Dr .Ebdulrehman Qasimlo serokê partiyê beşdarî têde kir, li Viyen paytextê Otrîşê bû. Lê di vê hevdîtinê de Qasimlo û sê hevalên wî hatin terorkirin, PDKÎ komara Îslamî a Îranê bi encama karê han tawanbar kir.
Mistefa Hicrî di warê gotûbêj tevî Komara Îslamî ragehand: “Berdewam me hewil daye tevî komara Îslamî hevdîtin û gotûbêjê bikin, lê Komara Îslamî a Îranê ev destpêşxerî ret kirine.
Hicrî Got: “Heke Komara Îslamî a Îranê pêşniyara gotûbêjan bike, eva kurd razî dibe bi wê mercê ku civaka navnetewî navbeynkariyê bike û mafên kurd biselimîne”.
Di Îranê de, li gor serjimêriyên ne fermî qasa akinciyên kurd di wî welatî de digihîje 10 milyon kesî. Sala 2011’an hejmara akinciyên parêzgeha Îlam, Kirmanşan, Kurdistan Urimiyê gihîşte heft milyon û 200 hezar kesî.
Di dirêjahiya gotûbêj tevî AA, Mistefa Hicrî bas ji pêşeroja Îranê dike û got: “PDKÎ nêzîkî 67 sale ji bo azadiya neteweya kurd xebatê dike, niha jî em her berdewam in, em jêve ye serdemê Komara Îslamî bi ser çûye, û tevî rewşa niha yek nagire.”