Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serpêçiyên endamên Sipaha Pasdaran pêwendî bi vê saziyê ve nine!!!

15:29 - 24 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Serokê Dezgehê Qezayî û Serokê Meclisê ên rejîma Îranê gotinên Elî Mutehirî di pêwendî li gel destêwerdanên Spahê di hilbijartinan de red nekirin.


Li gor rapora nûçegihaniya Îsna, Roja Çarşemî berwar 23’ê Gulana 2012’an, Sadiq Larîcanî Serokê dezgehê Qezayî yê rejîmê di rûniştina tev berpirsên Qezayî de gotiye: “Ger endamên Sipaha Pasdaran serpêçî bikin, pêwendî bi Sipaha Pasdaran ve nine.”
Elî Mutehirî di axaftinerkê de amaje kiribû ku Sipaha Pasdaran di hilbijatinên gerra nehê a Meclisa Îranê de destêwerdan û saxtekarî kirine. Navbirî roja derbasbûyî jî ragihand ku ger hewce be dê navên wan kesên destêwerdan kirine aşkere bike, îdiaya ku ji aliyê Elî Larîcanî Serokê Meclisa Îranê ve nehat redkirin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê