Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanên Kurdistana Îranê avakirina Federasyona xwe ragihandin

15:54 - 24 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Saziyên ciwanan ên Kurdistana Îranê Federasyonek taybet bi xwe damezrandin û birêz “Fuad Xakîbetgî” weke Sekreterê Giştî yê wê Federasyonê hat hilbijartin.


Di pêxema gihîştin bi gotarek hevbeş û bihêzkirina riha hevxebatî di nava ciwanên Kurdistnê de, piştî çendîn civîn û rawêj û nirxandinan di nava saziyên ciwanên Rojhilatî de, wan saziyan Federasyona taybet bi xwe ragihandin.
Federasyona han pêkhatina xwe ji bo nêzîkbûna hizr û boçûnên hevpar sebaret bi pirsa netewî û xebata rizgarîxwazane a xelkê Kurdistanê û pirsên civakî, siyasî û kultûrî ên ciwanên Kurdistanê û herweha girîngiya bihevre girêdana şiyan û vizeya ciwanan û rolê wan di bihêzkirina xebata xelkê Kurdistanê di warên cuda cuda de dide zanîn.
Di civîna dawî de li berwar 23’ê Gulana 2012’an, piştî rêkkevtin û pesendkirina bername û pêrewa hundirîn a federasyonê ji aliyê desteya avaker ve, desteya birêveberî hat hilbijartin û piştre di yekemîn civîna desteya birêveberî de birêzan “Fuad Xakîbeygî” weke Sekreterê Giştî yê Federasyona han û “Elî Behramî” berdevk, “Awat Qureyşî” beşa pêwendî, “Mensûr Semar” ragihandin û “Enwer Ebasî” bo beşa îdarî a Federasyonê hatin hilbijartin.

Desteya avaker a wê Fdereasyonê iv sazî ne:

Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê

Navenda Ciwanên Pêşrew

Navenda Ciwanên Xebat a Kurdistana Îranê

Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Rojhilata Kurdistanê

Ciwanên Yekîtiya Şoreşgêr ên Kuridtanê

Ciwanên Yekîtiya Demokrat a Kurdistanê

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê