Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pirtûka “Rêzmana Kurdiya Kurmancî” bi zimanê Farsî hat çap û bilavkirin

14:26 - 5 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Pirtûka “Rêzmanê Kurdiya Kurmancî” ji nivîsîna “Pirofisor Jûîs Bilû” û “Weyîsî Barak”, mamostayên ziman û wêjeya Kurdî yê “ Zanîngeha Sorbon”a Parîsê, wergirande ser zimanê Farsî.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmdia, pirtûka han ji aliyê “Elî Paksirêşt” mamostayê pêşîn ya zanîngeha Elame Tebabayî û mamostayê zimanê Kurdî ên Kurdên akinciyên Tehranê, bi zimanê Farsî çap û bilav bûye.
Pirtûka “Rêzmana Kurdiya Kurmancî” ji aliyê dezgeha çapemeniya “Emû Elewî” di 340 laperan de hatiye çap û bilavkirin.
Ew berhema bi wêneya 2 navdarên Kurd “Ceifer Qulî Zengî” helbestvanê mezin yê Xurasanê û “Celat Bedirxan” derhênerê Elêfubê û rêzmana moderna Kurdî xemilandiye û wergir ev pirtûke pêşkeşî wan du kesayetiyên mezin kiriye.
Di pêşgotina wergir û nivîskar de, komek agahî girîn li varî Kurdiya Kurmancî û pêgeha wê Diyalêkte di zimanê Kurdî de hatiye nivîsîn.

Xwîndina pirtûka “Rêzmana Kurdiya Kurmancî” ji aliyê wergirê ve bo Kurmancî, xwendekarên varê zimanzanî, zimanên kevnar, ziman û wêjeya Farsî û alîgiran û Ograna Diyalêkta Kurmancî, hatiye pêşniyarkirin.