Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Em destpêkirina xebata çekdarî li Kurdistana Îranê bi qazancê xwe nizanin

19:24 - 16 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hevpeyvînek tevî kovara Walapress pêkanî.

Pişka yekema deqa hevpeyvînê bi vî awayîye:


Wekî kovara Walapress li baregeha sereke ya sekretariyeta PDKÎ digel Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ em li hev civiyan, bona pêkanîna vê gotûbêjê. Ew sekreterê partiyekê ye ku di salên borî de di nav xebat û tekoşîna giran de bûye, û xwediyê çendîn serkirdeyên tekoşer wekî Şehîd Qazî, Qasimlo û Şerefkendî ye û di çend salên borî de digel çendîn metersiyên wekî teror û gefxwarinên zaf berbirû bûye.

Sekreterê giştî yê PDKÎ li baregeha sereke ya xwe derheq rewşa Kongireya Neteweyî û rewşa siyasî ya Kurd û kêşe û arîşeyên PDKÎ û erkên yektirgirtina her du baskên PDKÎ, û ew guhertinên ku di Rojhilata Navîn de pêk hatine,, bîrûboçûnên xwe radixe ber çavan.

Walapress: Bila em ji vê yekê ve dest pê bikin ku partiyek ku xwediyê Komara Kurdistanê be, partiyek ku xwediyê Qazî, Qasimlo û hezaran pêşmerge û bi hezaran şehîdî be, partiyek ku di rabihorî de xwediyê deshilatê bûye li Kurdistana Rojhilatê, niha em dibînin ku di kempekê de, di cihê xwe de maye. Ew partiya bi kempnişîn hatiye nasîn ku ew gazinde lê tê kirin ku nikare xebata çekdarî dest pê bike û nikare xebata medenî berev pêşve bibe, gelo hûn çawa bersiva vê pirsê didin?

Hicrî: Ya rast ew e ku li gorî wan guhertinên ku li cîhan û herêm û welat de têne pêş, guheretin bandora xwe li ser hemû liv û tevgera kesayetî û komel û partî û deshilatekê dadinê, lewra ew rabihoriya ku cenabê we bas jê kir, bo PDKÎ tewaw rast e, rabihoriyeke pirr ji şanazî û xebat û tekoşîn û fîdakarî.
Lê niha rewşa cîhan û herêmê guheriye, helbet ne ji bo PDKÎ, ku partiyeke opozisyona Îranê ye, belkû li herêm û li cîhanê, çalakiyên partiyan guhertin bi ser de hatiye, niha tekoşîna partiyan wekî 30 – 40 salî berî niha nemaye, civak guheriye, bîrûboçûn guherî ne, ew guhertin hewcehiyên nû bi xwe re tînin.
Di vir de pirs ew e ku gelo bi rastî ew rol û bandora ku di rabihorî de partiyên siyasî, bi taybetî hêzên siyasî ên Kurd rû li xebata çekdarî û xebata pêşmergatiyê kiribûn, gelo niha ew xwestek û daxwazî di nav civakê de her bi vê forma xwe xelk dixwaze?
Gelo bandora xwe heye li ser deshilatê ku bikare deshilatê bîne ser maseya gotûbêjan, û daxwaziyên neteweyî bi ser de bisepîne?

Ya ku me di rabihorî de kiriye, bi taybetî piştî ku Komara Îslamî ya Îranê hate ser kar, ku niha çend sal bi ser de derbas dibe, hemû ew şêwe xebat me di rabihorî de ceribandine, wekî xebata çekdarî, xebata medenî xebata siyasî, ragehandin û rêxistin û tewaya wan, lê bi sedema nebûna hevsengiya hêzan, me hêdî - hêdî paşekêşe kiriye, û em hatine ser sînoran û her wekî me bas kir, beşa eşkere ya partiya me li kempên PDKÎ li kurdistana Îraqê de akincî ne, ku di wan kempan de em karê hizbî dikin, berevajiya eva ku bas dikin ku eva kempnişînî û bê desthilatî ye.

Belkû em di vê navberê de gellek karên têr û tejî dikin, li pêwendî digel pirsa mîdyayî, pêwendiyên derveyî welat, digel hêz û saziyên siyasî di hemî beşan de, û rêxistina di navxwe ya welat bi awayê veşartî, kar û tekoşîneke berçav me heye. Ya ku niha beşeke berçav ji xekê Kurd berçavê wan e, ragirtina xebata çekdarî ye ji aliyê partiya me ve, ji bilî vê beşê, hemû beşên kar û tekoşîna partiya demokrat ektîv û kara ye, lê li gorî berhevdana ku partiya me kiriye, di niha de destpêkirina xebata çekdarî li Kurdistana Îranê bi qazancê me nine, me jêve ye ku niha dibe em ji şêwe xebatên din mifahê wergirin, her wekî heya niha me kiriye, di demekê de ku rewş di cihê xwe de be, emê xebata çekdarî dest pê bikin, xebata çekdarî bi boçûna me wekî PDKÎ xebatek nine ku bi ser me de bê sepandin, wekî xebatek ku divêt em bikin û heke nebe divêt em destê xwe ragirin û karên din nekin, belkû me jêve ye ku di her serdemekê de awayekî xebat û tekoşînê di welat de baş be, li gorî berhevdaneke siyasî ku me heye, li pêwendî digel pirsa herêmî de, li Îran û li cîhanê de ya rastî ew e ku xebata çekdarî wekî berê xebatek nine ku xelk û aliyên din pêşwaziyê jê bikin, lewra me carê ew beş ragirtiye, lê beşên din ên me pirr çalak in.

Walapress: Bibore xebata çekdarî we ragirtiye, yan bi zorî bi we dane ragirtin, wate bo mînak deskevtên ku niha herêma Kurdistanê bi dest xistine li encama şerê çekdarî bûye, li Kurdistana Turkiyê aştî ku tê kirin, li encana hevsengiya hêz û xebata çekdarî bûye, li Kurdistana Sûriyê xebatek hatiye gorê, ku encama xebata çekdarî ye. Rast e ku guhertinek di herêmê de hatiye pêş. Gelo te jêve nine ku hêşta bo we xebata çekdarî divêt yek ji metodên serekî yên karên we be, wekî cenabê te bas kir, bo we rewşek nine bo karê rêkxiraweyî û karê azad li Îranê, ji riya karê teşkîlatî û veşartî ve jî di heyamê 15-20 salên borî de, we nekariye ku bandoreke mezin danên, yanî we jêve nine ku xebata çekdarî bo we giring û hewce ye, û dikare rolê xwe bilîze?
Hicrî: Xebata çekdarî bandora xwe heye, lê her tişt nine, ez li ser vê baweriyê ninim ku ew guhertinên di herêmê de rû dabin, çi li Kurdistana Îraqê be, çi jî li Sûriye û Turkiyê, xebata çekdarî ew rewş pêk anîbe.
Di gel rêz û hurmeta min bo tewaya wan xebatên ku gelê Kurd di dîrokê de kiribe, bi taybetî di Kurdistana Îraqê de ku xebateke pirr dûr û dirêj û pirr ji qurbanî daye, lê ya ku di Kurdistana Îraqê de çê bû, beşa herî zaf girêdayî bû bi wan guhertinên ku di herêmê de hatine pêş.

Ew êrîşa ku bo ser Îraqê hate kirin, Sedam Husên hiloşand, em dibînin ku hêzên Kurd ên Îraqê digel hemû cangorîtiya ku kirin, nekarîn ku bandora xwe danên ku daxwaziyên gelê Kurd di vê beşê de bi Sedam Husên re çareser bikin. Ya ku niha em di Kurdistana Sûriyê de dibînin ku beşek ji Kurdistana Sûriyê azad e û hêzên hikûmetî têde nînin, jiber vê yekê nîne ku bi çalakiya hêza Kurd ew guhertin hatibe pêş, belkû ew guhertina ku di herêmê de çê bûye, ew rewş aniye pêş ku Beşar Esed rastî şereke xwînîn hatiye, û lawaz bûye, lewra ew rewş li wir pêk hatiye.
Di Turkiyê de jî Kurdan gellek cangorîtî kirine, û beşeke berçav ya wan guhetinên ku niha di Turkiyê de heye, bi xebata medenî diçe pêş, û xwestek û daxwaziyên Kurdan têde zeq bûye, niha piroseyek di navbera PKK û hikûmeta Turkiyê de dets pê kiriye, beşeke bingehîn ya vê vedigere ser bîrûboçûn û reftara partiyekê ku niha li ser kar e.
Jiber vê ku berî vê partiyê jî, di gel vê ku xebata Kurd di Turkiyê de hebûye, çi bi xebata çekdar yan medenî, lê hikûmetê bersiva xwestekên Kurdan nedaye û bawerî pê nebûye, lê guhertinên cîhan û herêmê her wekî min bas kir, wisa kiriye ku ew pirs bêne zeq kirin. lê di Îranê de bigiştî hikûmetek e wisa tuneye ku bikare wan tiştan fêm bike û heya niha jî ketibe bin bandora van guhertinên ku di cîhanê de heye. Lewra ew deshilat niha jî dehsilateke daxistiye.

Derfeta hereketa medenî jî ne tenê bi Kurdan, belkû nade tu kesî jî. Li Kurdistana Turkiyê xebat bi awayê medenî îmkan heye.
Rewş hatiye vekirin bi awayê medenî, û divêt mifah jê bihê wergirtin. Kurdistana Îraqê rewşa vê bi tewhaî hatiye guhertin û bûye hikûmeteke xwecihî.
Li Sûriyê jî rewş bi awayekî ye ku em hemî agehdar in.
Her wekî me bas kir, deshilata Beşar Esed di beşek zaf ya herêmê de nemaye, ez dixwazim bêjim ku li tewahiya dîroka Kurd de ku xebata çekdarî ya tund û tîj hatiye kirin û Kurdan gellek fîdakarî kirine, di rastî de kes nebûye ku bi xebata çekdarî hikûmetê neçar bike, ku daxwaziyên Kurdan qebûl bike.

Walapress: gelo we bawerî bi xebata çekdarî nemaye?
Hicrî: Baweriya me bi xebata çekdarî her maye, lê ne eva ku em xebata çekdarî wekî hemû tiştekî bibînin û hekî xebata çekdar nebû me jêve be ku her tişt bidawî hatiye, belkû xebata çekdarî wekî hemû beşên din ên xebatê, divêt em di demekê de ku rewş di cihê xwe de be, dest pê bikin.

Walapress: gelo niha bo we rewş di cihê xwe de nine.
Hicrî: Ne, niha bo me xebata çekdarî guncaw û di cihê xwe de nine.

Walapress: Çima?
Hicrî: Bi sedema vê ku hekî niha em xebta çekdarî dest pê bikin, me hewcehî bi piştcibheyeke xatircem heye, ku ew jî me tuneye.
Di welatekî mezin û çend netewe wekî Îranê de ku Kurd di warê aborî de neteweya sêyemîn e, yek ji neteweyên herî belengaz ên Kurd e, îmkana jiyanê gellek berteng e, di welatekî wisa mezin de Kurd bi tenê nikare dest bi xebata çekdarî bike û qurbaniyê jêre bide, di demekê de ku heya niha neteweyên din ên Îranî, digel vê ku nerizayetiyek zaf ji hikûmetê hene, heya niha amadeyî bo vê pirsê nînin, û Kurd jî bi tenê nikare vî karî bike. Lewra divêt derfeteke guncaw hebe.

Walapress: gelo ew derfet çî ye?
Hicrî: Ew derfet ev dema ye ku Komara Îslamî ya Îranê ku demek e proseya lawazbûna wê dets pêkiriye, çi di warê navxweyî û çi jî di warê derekî de, ew lawazî û bê deshilatiya wê bigîje xalekê ku ne tenê her Kurd, belkû neteweyên din jî cesûriya vê hebin ku hekî xebata medenî bersiva hewce neda, xebata çekdarî dest pê bike, PDKÎ tenê partiyek nebe ku di vî welatî de xebatê bike, eva ew derfet e ku wisa wek min bas kir dibe, lê bo vê demê divêt PDKÎ amadeyî hebe, me ew amadeyî heye, niha jî em pêşmerge werdigrin, me fêrgeha leşkerî heye û em pêşmergeyan perwerde dikin, ew pêşmerge beşeke zaf ji wan, di kempên hizbî de dimînin û bo parêzgariya PDKÎ kar dikin û tekoşînê dimeşînin û tiştên nû fêr dibin.
Bona vê Ku di derfeteke hewce de em bikarin ji vê derfetê mifahê wergirin.
Çi wekî xwe yan wekî rakêşana neteweyên din ku amadeyiya vê yekê hebin ku xebateke hevpar, di Îranê de dest pê bikin.

Walapress: Ew derfeta ku we bas kir, gelo hûna çavnihêriyê dikin ku Amerîka bê herêmê, her wekî Amerîka destêwerdan di Îraq û Sûriyê de kir, hûn çavnihêriya vê dikin ku di Îranê de jî destêwerdanê bike, îca vê demê dest bi kar bin.
Hicrî: Ne pirs tenê ew nine ku em çavnihêr bin ku Amerîka yan hêzeke derekî detsêwerdanê bike, belkû berî her tiştî di destpêkê de amadebûna neteweyên Îranê û azadîxwazên Îranê ye bo birêvebirina xebatê. Eva di detpêkê de ji me re giringiya xwe heye, lê renge ya ku we bas kir, bandora hêzên derekî vê rewşê ji me re amadetir bike, û em bikarin mifahê jê wergirin.

walapress: Gelo hûn piştevaniyê ji kîjan rewşê dikin ku hikûmeteke wekî Amerîkayê destêwerdanê bike, û şerê digel Komara Îsamî bike yan zext û givaşê bixîne ser Komara Slamî, hûn piştevaniya kîjanî dikin?

Hicrî: Em piştevaniya lawazbûna Komara Îslamiya Îranê dikin, me jêve ye ku Komara Îslamiya Îranê herçend lawaztir be, li qazancê azadîxwazên Îranê û bi taybetî Kurdan de ye, ew cerbandin jî heye ku heya niha aliyê kêm beşek ji wan welatên ku Amerîkayê destêwerdan di nav de kiriye, û hikûmetek hiloşandiye, piştre bo wan bixwe bi cih hêlaye, û ew welat li gorî jêhatîbûna xwe îdare û birêvebirina xwe dikin.

Walapress: Hekî biryar be ku ew rewş bê pêş û derfeta xebata çekdarî ji bo we di cihê xwe de be, guhertinek rû bide, gelo tu amadeyî ku serkirdayetiya yek ji wan şeran bikî di her cihekî de, yan ji dûr ve, wê çav lê bikî?

Hicrî: Ya rast ew e ku guhertinên pêşiya me gellek cihê çavnihêriyê nînin, lê min bawerî bi vê nîne ku xebata çekdarî li derveyî welat birêve here, hekî hêzek bixwaze ku xebta çekdarî bike, divêt di navxwe ya welat de be, li dûr ve ew xebat nahê kirin, lê hekî xebat di cihê xwe de be, emê bikin, em wekî PDKÎ me ceribandina şerê çekdarî heye, û di navcxwe ya welat de me kiriye, di çiyayan de me kiriye, me şerê partîzanî jî kiriye, û heta şerê “monezem” jî me kiriye.


Walapress: Min bas ji cenabê we kir, hûn amade ne vegerin?
Hicrî: Ez amade me, min got ku hekî rewş baş be, ez amade me ku li roja yekemîn de vegerim.

Walapress: Li çav partiyên Kurdistana Başûr, hûn heya asteke zaf ji xelkê xwe dûr in, lê kêşeya herî kêm we hebû bona çûna di nav Kongireya Neteweyî de, ku di çend rojên borî de, çend civînên destpêkî birêve çûn, gelo bi raya we, ew tebahiya di navbera we de encama çi bû, ku wisa bê arîşe birêve çû?

Hicrî: Em wekî Kurdên rojhilat, wekî beşên din mixabin derbasbûyiyeke tal û nexweş, û pirr ji arîşe digel xwe, me ceribandiye, ji şerê çekdarî li dijî hevdu û heya şikandina yektir û jinavbirina yektir, veqetiyan û dijberiyên bi hevdu re, ew hemû me ceribandine, bi boçûna min, em hemû li encama wan ceribandinan gihîştine vê encamê ku niha dema vê nemaye, hekî em bixwazin ku bandora me di pêşeroja Îranê û pêşeroja Kurdistana Îranê de hebe, û bi qazancê neteweya xwe bimeşin, wekî te di pirsyara pêşîn de behs kir, ji derfetan bi başî em mifahê wergirin, divêt ew serdema bi tewahî derbas bibe.
Bi raya me pirsa şerkirin û çareserkirina kêşeyan bi çekê û dijberîkirina hevdu aliyê kêm di boçûna PDKÎ de bidawî hatiye, lewra li gorî vê siyaset û boçûnê, heyamek e ku me riya bihevre rûniştin û hurmetgirtina ji aliyên din girtiye pêş. Bi vî awayî me reftar kiriye û me kariye ku rewşeke wisa pêk bînin ku li dewra hevdu rûnên, û bedela şermezarkirina yektir û dûrxistina hevdu, bi hevre hemşêvriyê bikin, heya me di gel wan hevalan de ku 5-6 salî berî niha ji PDKÎ cuda bûn, me rûpeleke nû vekir, û eva salek e ku em bi wan re di nav gotûbêjan de ne, ew mijarên siyasî ku li Îran û Kurdistanê têne pêş, em bi hev re hemşêvriyê dikin, di gel aliyên din jî her bi hemen awayî, vê yekê kariye ku rewşeke wisa pêk bîne ku her wekî we bixwe bas kir, di Kongireya Neteweyî de ku bi awayekî demokratîk hilbijartin hate kirin, nûner hatne diyarîkirin, em bi hevre alîkar in û eva jî armanca me nîne ku her kes bo partiya xwe çi bi dest bixîne, giring ew e ku bi raya me hekî ew kongireya serkevtinê bi dest bixîne, dikare gellek armancên bilind hebin û gellek di qanac û berjewendiya Kurdan de be, lewra pirsa neteweyî pitir em berçavan digrin, eva ne tenê di pirsa Kongireya Neteweyî de, belkû di pirsên din de jî hebûye, bo mînak di pêwendî di gel hilbijartina serkomariya Îranê de hemû partiyên Kurdistana Rojhilat me bi hev re ragehandin derkiriye, û em hemû gihîştne vê encamê, ku xelk deng nede, û di pirsên din de jî em gellek bi hev re kar dikin.

Walapress: Lê we nekarî ku ragehandineke hevpar bilav bikin?
Hicrî: Bo ragehandina hevbeş, em hemû, ne bi hevre bûn, lê me hemiyan yek tişt bas kir, her aliyekê daxuyaniya xwe derkir, lê bi yek armancî bû, ku ew jî baykotkirina hilbijartinê bû.

Walapress: Gelo hûn amade ne ku di wan rojan de bihevre ragehandineke hevbeş bilav bikin, her pênc hêz (sê komele û du Demokrat) derheq Kongireya Neteweyî?
Hicrî: Niha digel Kongireya Neteweyî em bi hev re kar dikin, me bi hevre hilbijartin kir.

Walapress: Armanca min ragehandineke hevbeş e di navbera partiyên Kurdistana Rojhilat?

Hicrî: Eva ragehandinê naxwaze, di vir de em bi heyetan re dicivin, niha ev heyeta amadekar ku hatiye diyarîkirin 21 kes e, lê heyeta me pênc kes e, em bi wan re her pirsekê bas dikin. Pirs jî hevbeş in.

Walapress: Te jêve nine ku Kongireya Neteweyî bo we û partiyên Rojhilat derketineke nû bû, medyayan germahiyek zêde dane derketina we ku di çend salên borî de wisa nebû, di yekemîn rûniştina civînê de jî, tu yek bûyî ji yên ku qiseya dilê hemû aliyekê kir, armanc ew e ku hûn hest nakin ku Kongireya Neteweyî ji we re derfeteke nû pêk aniye?
Hicrî: Min jêve ye ku ne tenê bo me bo rêkxirawên din û bo hêzên siyasî ên din jî derfetke nû bû, ev boçûna min jî xwe di vê de dibîne ku nêzîkbûna partiyên Kurd di hemû beşan de, bi taybetî ku tê pêş wekî Kongireya Netweyî, di pêşerojê de astengên vê dibne çi, û çende serkevtinê bidest dixe, çende ser nakeve, ew berjewendiya heye ku hêz û şiyana wan jî zêdetir radixe ber çavan, bo me jî wekî hêzên opozisyona Îranê ew derfeta hate pêş ku xwestek û daxwaziyên xwe û boçûnên we çi di medyayan de û çi di kom û civînên Kongireyê de bikarin bas bikin.

Walapress: wekî ya ku tê baskirin di yekemîn civîna Kongireya Neteweyî de te gotiye Barzanî, axavtina li aştiyê çi? Kî aştiyê ji me werdigre? Me peyamek heye kî ji me werdigre? Eva jî te gotiye ku du sekreter ku li pey hev sekreterê partiya we bûn, di pêxema aştiyê de hatne terorkirin, ew peyam û axavtina we, ji çi ve çavkanî girtibû?
Hicrî: PDKÎ bi vê rabihuriya ku heye, ez pêgeha wê di nav xelkê de qahîm dibînim, digel vê ku xelkê me derfeta vê nînin ku xwe nîşan bidin, lê ez di vê derheqê de bi guman nînim ku pêgeha PDKÎ di nav xelkê xwe de qahîm e.
Xwestekên PDKÎ serdemiyane ne, em di siyasetên xwe de, di rabihorî û heya niha jî em hîn bûne ku rastiyan gellek berçav bigrin, lewra ne di Kongireyeke wisa de, belkû li gellek civînên li Amerîka û Ewropa û di pêwendiya digel gellek parlemanterên Birîtanyayî, her bi vê hêz û bi vê bawerî bi xwe hebûnê ve min qise kiriye, jiber ku her wekî me bas kir, rabihoriyeke pirr ji şanazî me heye û xaleke nerênî a wusa me tuneye ku em şermê jê bikin, min tu gumanek di vê de nine ku di rewşeke hewce de ku ez çavrê dikim, renge gellekî direng jî nebe, Kurdên Îranê di herêmê de careke din jî şiyan û jêhatîbûna xwe nîşan bide. Lewra ew axavtinên ku min kirin, di kongirê û di cihên din de, li gorî vê hêz û şiyanê bû.

Walapress: Barzanî bersiva wî çi bû?
Hicrî: Wî tu bersiveke wî tunebû, di rastî de min gazinde ji wan tiştan kirin ku di vir de hatne baskirin, jiber ku birêvebirina civînê ji aliyê Barzanî ve bi Ednan Moftî hatibû sipartin, wî hinek bersiv dane min, lê bersiv ew nebû ya ku min rexne kiribûn, û min dixwestin, pêştir divêt ji hêz û aliyên din pirs bihatiba kirin, bi taybetî digel me bas kirin ku ew kongire lewra pêk hatiye ku her kesî boçûnek heye, axavtinek heye, boçûna xwe bide, ku li pêwendî di gel xebata çekdarî jî di daxuyaniya Kongireya Neteweyî de, eva hate guhertin ku xebata her pareke Kurdistanê bi berçavgirtina rewşa hikûmetan here pêş, pirs peyama aştiyê bû bo hemû dewletan, lê ku min bas kir, ew guhertina pêk hat, “Bi berçavgirtina rewşa hikûmetan”.


Walapress: Te bas ji vê kir ku ez şanaziyê bi partiya xwe û dîroka partiya xwe ve dikim, tu hest nakî eybek di partiya te de heye, ku ew jî ew e ku di kongireyek wusa de dirûnên û navê we, wekî Mistefa Hicrî sekreterê PDKÎ, Xalid Ezîzî sekreterê Partiya Demokrat , tê anîn, gelo eva xaleke lawaz nine bo we?
Hicrî: Belê dizanim ku xaleke lawaz e, ne tenê bo me wek Demokrat, belkû bo hemû aliyên Kurdên Îranê, bo mînak bo Komeleyan ku ew jî serdemekê hêzeke berçav bûn di Kurdistana Îranê de, û ji me hemûyan re xaleke lawaz e, lê her wekî min bas kir, ew yek dewranek bû bidawî hat, hêvîdar im ku nehê, her bo kêmkirina vê xala nigatîv e ku me dest kiriye bi danûsitandinan û pêkanîna rewşeke nû digel birêz Xalid Ezîzî, niha em bi hev re rûdinên û hatûçûyîna hevdu dikin, û mijûl in ku berev vê herin ku di pêşerojê de bikarin hevdu bigrin.


Walapress: Hûn bi bawerî ve dibêjin ku hêzeke xelkî ne, min ew destepeyva ji tewaya hêzên siyasî ên Kurdistana Rojhilat bihîstiye, ji demokratên din û ji Komeleyan, te jêve ye ku hekî rewşeke hewce pêk bihê, ji riya sindûqên dengdanê ve PDKÎ di refa herî pêş de be?
Hicrî: Belê ez bi kêfxweşî ve wusa bîr dikim, di vir de tu gumana min tune ye, eva jî tenê bi guman û berhevdanê nine, belkû li gorî vê tekoşîna ku me di nav xwe ya welat de heye, li gorî wan endamên ku me hene, li gorî wan pêwendiyên ku me digel kesayetî û xelkê navxwe yê Kurdistanê heye, em hatine ser vê baweriyê, lewra ew yek ne diruşm e, ez carek din vê yekê dibêjim ku rast e ku wekî PDKÎ em xebata çekdarî nameşînin, lê vê yekê nekariye ku ji hezkirina xelkê Kurdistanê ji me kêm bike, ji bilî vê yekê ku min detspêkê de bas kir û niha jî ez qala vê dikim, hekî em bixwazin wekî destpêka hatine ser karê ya Komara îslamî bifikirin, ew yek ne rast e, ji ber ku guherîn di navxwe ya welat de heye, boçûna xelkê guhertin bi ser de hatiye, lê di vê derheqê de hezkirina ji PDKÎ ji aliyê xelkê ve, li çav wê demê baştir e.


Walapress: Te got eva ku ez dibêjim em partiya yekemîn in, lê tu faktek bo vê yekê nîne?
Hicrî: Rast e ku divêt wê demê jî sindûqa dengdanê hebe.
Walapress: Hekî ew boçûnên we rast derneketin, tu amadeyî ku aliyên din ku serkvtin bi dest xistibin, qebûl bikî?
Hicrî: Ez li ser vê baweriyê me ku ya ku hatiye serê Kurdan, ew bedbextî û paremayiya ye ku me heye, beşeke herî zaf ya musîbetê em bixwe bûn, ku me nekariye hevdu tab bikin, em demokrat nebûne, tenê bi axavtin me bas ji demokrasiyê kiriye, lewra min jêve ye çi Kurd bi giştî û çi jî wekî PDKÎ hekî em bixwazin ku neteweya me pêş bikeve, û di rastî de partî wekî emrazekê be di xizmeta xelkê de, divêt hemû yasayeke demokratîk qebûl bike, yek ji yasayên demokrasiyê ew e ku hekî di hilbijartinê de, te dorand, divêt vê yekê qebûl bikî, ez ne tenê di cikava pêşerojê de, belkû hekî di partiya xwe de jî hekî di hilbijartineke demokratîk de hest bi vê bikim ku min dorandiye, ezê bi hurmet ve cihê xwe bidim kesekî din, her wekî di rabihurî de min ew yek kiriye, ez serdemekê sekreterê PDKÎ bûm, di kongireyekî demokratîk de ku min bawerî pê hebû, min di denganê de dorand, mamosta Hesenzade bû yekemîn, min bi hurmet ve cihê xwe pêşkêşî wî kir. Di vî heyamî de jî min tewaya tekoşîna xwe bi kar aniye ku di xizmeta partiya xwe de bim.


Walapress: wate tu wekî yek ji rêberên partiyên Rojhilata Kurdistanê te bawerî bi vê nîne ku dest bidne şerê birakujî ku we pêştir dîrokek tal ji vê hebûye?
Hicrî: Min bawerî bi vê hebûye ku Kurd her demekê bona çareserkirina kêşeyên xwe dest bo çekê biribe, şaşî kiriye, û dijmin ji vê derfetê mifah wergirtiye, lewra tu carî nabe ew yek ducarî bibe. Bi boçûna min Kongireya Neteweyî ku ez hêvîdarim bi vî awayî ku ez dixwazim, ne bi awayekî formî bihê cîbicîkirin, yek ji karên wê divêt ew be ku çavdêriya bi ser reftara partiyên siyasî ên Kurd de bike, hekî rojekê partiyekê yan girûpekê xwast ku bi riya çekdarî ve xwe bisepîne, pêşgîriyê jê bike. Partiya min divêt yek ji piştevanên vê siyasetê be.

Walapress: We got Kongireya Neteweyî wekî ya ku ez dixwazim, tu dixwazî çi be, kongire çi be, û çi bike?
Hicrî: Ez dixwazim ku Kongireya Neteweyî her bi diruşm nebe, wekî PDKÎ em hewil didin ku ew kongireya bibe kongireyek ku bibe nawendeke bihêz bona axavtin û rênîşandana hemû kêşeyên Kurdan, ew beşên Kurdan ku hikûmet têde nînin û nikarin, merce’ek nine, dadgehek tuneye ku kêşeyên xwe bibne wir. Ez dixwazim ku Kongireya Neteweyî bibe ew merc’e?.
Hekî sibê girûpek bixwaze ku bi hêza çek xwe bi ser xelkê yan aliyeke din de bisepîne, ew partiya ku bixwaze ku ji rêbaza neteweyî de derkeve, Kongireya Neteweyî bikare li ser vê meselê biaxive û biryarê bide, û çareseriya wan pirsan bike. Lewra min hêviyeke zaf heye bo Kongieya Neteweyî ku hêvîdarim ew Kongireya Neteweyî di vê çarçoveyê de pêk bê.

Walapress: Bê guman aştî tewera serekî ya Kongireya Neteweyî ye, rûniştin û diyaloga digel Komara Îslamiya Îranê û desthilgirtin ji xebata çekdarî çi qazanceke wê heye?
Hicrî: Me jêve ye ku her demekê Komara Îslamiya Îranê yan her hikûmeteke din, bi micidî bixwaze li ser azadî û demokrasî û mafên neteweya Kurd diyalogê bike, em divêt diyalogê bikin, aştiyê bikin û di rabihorî de jî me her wisa kiriye. Li ser pirsa aştî û bi hevre rûniştinê me du sekreter ji dest dane. Di dema ku Komara Îslamî jî hate ser kar, di gel ew hêzên din ên xebatkar di Kurdistanê de me heyeta nûnertiya gelê Kurd pêk anî, û digel Komara Îslamiya Îranê me dest bi gotûbêjan kir. Me tewahiya wan riyan di gel Komara Îslamiya Îranê ceribandiye, lê mixabin em negihîştne tu encamekê, lê hekî di pêşerojê de Komara Îslamiya Îranê guhertineke wisa bi ser de bihê ku bixwaze bo çareserkirina pirsan di gel gelê Kurd bikeve nav gotûbêjan de eva em amade ne.