Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mihendis Riza Xeyatî kadrê kevnarê PDK Îranê wefat kir

15:18 - 17 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Mihendis Riza Xeyatî kadrê jêhat û kevnarê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di temen 80 saliyê de çû ber dilovaniya xwedê.


Li gor rapora Kurdistanmedia, demijmêr 7’ê paş nîveroa roja Şemî berwar 16’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, tekoşerê naskirî “Mihendis Riza Xeyatî” kadrê pêşîn û mandû nenasê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di temen 80 saliyê de seba bûyera diltezîna tirombêlê canê xwe ji dest da.
Mihendis Riza Xeyatî li sala 1312’a Rojî li bajarê Xoyê ji dayîk bûye û sala 1332’a Rojî di arteşê de damezra.
Li salên dehika 1350’a Rojî li Mihabadê akincî bû û di serdemê şoreşa gelên Îranê de û paş bê encam bûna hewlên PDKÎ bo çareseriya pirsa Kurd li Îranê, ku dorpêç û êrîşên hêzên rejîm dûrde bû, Mihendis Riza Xeyatî çû rêza tekoşerên demokratê û weke berpirsê beşa feniya radyo him li avakirina radyoya Dengê Kurdistana Îranê, her wusa li dirêjedan bi karê radyoya han roleke berçav gerand.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pirs û serxweşî ji malbat û kes û karê Mihendis Riza Xeyatî û hemû hewsengerên wî dike û xwe di xem û pejara wan de bi şerîk û beşdar dizane.

Riha wî şad be