Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê di civîna salane a “Geneva Call”ê de

21:56 - 24 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Heyetek Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê, di civîna saziya navnetewî a “Geneva Call”ê de beşdarî kir.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia, roja Sêşemî berwar 22’ê Gulana 2012’an, heyetek Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê bi serperestiya birêz “Îlham Çayçî” Berpirsê wê saziyê di civîna dsaziya navnetewî a “Geneva Call”ê de beşdarî kir.
Di civîna han de birêz “Aorlêlî” Berpirsa Jinan di saziya navnetewî a “Geneva Call”ê de peyvek li ser dîrok û çawaniya karê saziya han û herweha her du beşên damezrayî ên jinan û zarokan pêşkêşî beşdaran kir.
Di beşek din de jî navbirî li ser armanca pêkanîna vê civînê û çendîn karên din weke birêxistina peymangehek ku têde li ser sê pirsên sereke ên jinan, cudahiya cinsiyetî, tund û tûjiya cinsî û xweşkirina riyên beşdariya jinan di warên cur bi cur de axivî.
Nûnera saziya “Geneva Call”ê daxwaz ji gişt beşdarên wê civînê kir ku xalên peymannameyê bi hûrî binirxînin û bixin ber bas û şiroveyan.