Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Deftera Siyasî ya PDKÎ bi boneya koça dawiyê ya Muhendis Riza Xeyatî

14:27 - 19 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya koça dawiyê ya Muhendis Riza Xeyatî kadrê ji mêjîn ê PDKÎ ragehandinek bilav kir.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Hemwelatiyên birêz!
Civatên xebatkar ên xelkê Kurdistanê!
Kadr û pêşmerge û endam û alîgirên PDKÎ!

Bi xem û kesereke zaf ve em radigehînin ku mixabin demjimêr 7’ê êvariya roja Şemiyê 25.08.1392 (16.11.2013) hevalê tekoşer, xebatkarê mandînenas Muhendis Riza Xeyatî kadrê ji mêjîn ê PDKÎ di temenê 80 saliyê û di bûyera dilêş ya hatûçûnê de canê xwe ji dest da.
Jidestdana kesayetiyekî wek muhendis Riza Xeyatî xisareke pirr mezin e ji bo tevgera Kurd bi giştî û PDKÎ bi taybetî. Muhendis Riza Xeyatî ku xortekî Turk ê Azerî û kadrekî xwedî derbazbûyî yê PDKÎ bû, di sala 1312’an a Rojî li bajarê Xoy ya parêzgeha Urmiyê ji dayîk bû. Di sala 1332 (1953) piştî bidawîanîna qonaxa paş nawendî di arteşê de bi cih bû û piştî deh salan di sala 1963’an de bo Jandermiriyê hate veguhastin û di beşa bêsîm û dezgehên elektronîkî de şarezayiyeke baş bi dest xist.
Muhendis Riza Xeyatî di salên berî şoreşa gelên Îranê di bajarê Mehabadê de akincî bibû û bi reftara mirovdostane ya xwe cihê xwe di nav dilê xelkê vî Bajarî de vekir û ji nêzîk ve bi êş û azarên neteweya Kurd re nasyar bû. Bi serkevtina şoreşa gelên Îranê û bê encambûna hewlên PDKÎ bo çareseriya pirsa Kurd li Îranê bi awayekî aştîxwazane, ku di encam de êrîş bo ser Kurdistanê û kuştina xortên Kurd li pey xwe re anî, Muhendis Riza Xeyatî hesta azadîxwazî û hevsoziya xwe di gel gelê Kurd û tevgera wê ya mafxwazane eşkere kir. Di demekê de ku ji bo xortên Kurd li Îranê de, tu riyek ji bo bergirî ji man û mafê wê nema, û tevgera Kurd berfirehtir bû û hewce bû ku helwesta hizbê, û nûçeyên çalakiyên têkoşerên Kurd bigîje xelkê Kurd û hevwelatiyan, bo vê meremê hewcehiya hebûna radyoyekê hest pê hate kirin. Eva Muhendis Riza Xeyatî bû ku zanist û şarezayiya xwe û heta beşek ji hewcehiyên radyoyê li ser daxwaza hizbê xiste xizmeta tevgera Kurd, û bajar û jiyana asayî bi cih hêla, û çiya û şoreş ji xwe re hilbijart, û bi avakirina radyoyê, dengê cesûrane Yê RDKÎ di 27’ê Cozerdana sala 1359 (1980) gehande guhê guhdarên xwe. Di wê demê de heya dema ku canê xwe ji dest da, radyo li himbêza xwe de pê gehand û bihêztir kir û hemû karên teknîkî ên vê radyoyê bi sedaqet û dilpakiyeke tewaw ve birêve bir. Li jêr birûska bombe û bombaranê û di dema êrîşa hêzên rejîma Îranê bo ser radyoyê û neçar bûna bi veguhastina radyoyê ji vir bo ciheke din, û ji vî çiyayî bo çiyayeke din, eva hewl û tekoşîna Muhendis Riza Xeyatî bû ku rê neda ku dengê radyoyê bo bîstekê jî vemire. Her digel erkê giran yê pêregihîştina bi karê teknîkî yê radyoyê, bi sedan kadrî bo karê bêsîm û karkirina bi van dezgehan perwerde kir û bi dehan kadr jî wekî operator û beşa fenî pê gehandin.
Lewra di nav refên PDKÎ cihekî taybetî û hêja bi sedema wan zehmetên xwe ve hebû, û li cem şehîd Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî û rêberên din ên hizbê û berpirsyarên radyoyê bi şêweyekî taybetî xweştevî bû,her wekî tevgera Kurd û PDKÎ, û RDKÎ jî bi vî qasî li cem Muhendis Riza Xeyatî xweştivî bûn.
Tekoşîna 33 salan ya Muhendis Riza Xeyatî di refa tekoşerên PDKÎ de wekî xortekî Turk ê Azerî mînakeke şaz ya hevxebatiya du neteweyên Kurd û Turk ên Azerî bû, û herwusa bi bîrhînerê hevxebatî û hevpeymaniya Komara Kurdistanê û hikûmeta Neteweyî ya Azerbaycanê bû. Muhendis Riza Xeyatî di heyamê 33 sal xizmet û xebata xwe di nava refên PDKÎ de, bi sedema emegdariya bi armancên PDKÎ û baweriya kûr bi demokrasî û bidestvehatina mafê neteweyên Îranê û ew dilsoziya ku ji taybetmendiyên vî xebatkarî bûn, çendîn carî ji aliyê rêberatiya PDKÎ ve, lewha pêzanînê pêşkêşî wî hate kirin û di van salên dawiyê de wekî şêvirmendê fenî yê sekreterê giştî yê PDKÎ hate diyarî kirin ku evne hemû wek sermayeya me’newî di jiyan û xebata xwe de, û li cihê jiyana xwe û di serê xwe de bi cih kiribûn. Muhendis Riza Xeyatî her demekê ku bas ji hêvî û xweziyên xwe dikirin, digot ku yekemîn hêviya min ew e ku em bigîjin azadî û mafê neteweyî, û ya din ew e ku hekî ez negihîştme vê hêviya xwe û mirinê dem neda min, ez li ser milê pêşmergeyên PDKÎ ber bi mala ebedî bême rêkirin û teslîmî xakê bême kirin.
Canjidestdana Muhendis Riza Xeyatî ji bo yek bi yek ji tekoşerên PDKÎ û bo tewahiya dilsozên tevgera Kurd û ew xortên ku wî perwerde kirin û pêgehandin, xemeke giran û xisareke mezin e, û bê guman yad û bîranînên vî têkoşerî bo heta heta di dilê xortên neteweya Kurd de, wê zindî bimîne.
Deftera Siyasî ya PDKÎ di heman demê de ku bixwe xemhilgir û kovandarê can jidestdana Muhendis Riza Xeyatî, û vî kadrê xwedî vec ê xwe ye, sersaxiyê li tewahiya xortên neteweya Kurd û Turkên Azerî û têhniyên demokrasî û bidestvehatina mafê neteweyî bi giştî, û malbata rêzdar Muhendis Riza Xeyatî bi taybetî dike, û hêviya vê yekê dixwaze ku jiyan û xebata vî têkoşerî bo xortên neteweyên Îranê mînak be û mînakên wusa zêde û zêdetir bin.
Bidestve bihên hêviyên Muhendis Riza Xeyatî
Pirr rêvîng be riya gihîştina bi azadî û demokrasiyê û mafê neteweyî
Riha wî şad û yad û bîra wî bi xêr be

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ)
Deftera Siyasî
26.08.1392
17.11.2013