Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: şehîd Muhendis Riza Xeyatî di navbera malbat û PDKÎ de, PDKÎ hilbijart

19:51 - 19 Çirriya paşîn 2013

Kurdisdtanmedia: Axavtina Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di rêûresma sersaxiya şehîd Muhendis Riza Xeyatî de.

Deqa axavtina birêz Mistefa Hicrî bi vî awayî ye:

Amadebûyiyên rêzdar!

Xwşîk û birayên rêzdar!

Birêz Mesûd Tek sekreterê giştê yê PSK!

Hemû hevalên rêzdar!

Bi xêr bên bo rêûresma rêzgirtina ji yad û bîranîna heval û hevçeperê hêja Muhendis Riza Xeyatî.

Me bi ji destdana kak Muhendis Riza Xeyatî me yek ji hevçeperên xwe ên herî baş û yek ji kesayetiyên xebatkar ji dest da.


Diyare ku em weke şoreşvan û weke hêzeke dijberê Komara Îslamiya Îranê ku di nava xebateke dijwar de bûn û niha jî di nav de ne, mirin ji bo me tewayan di pêxema bîr û baweriyên me de tiştekî çavnihêrkirî yue û ne tişteke nû ye. Muhendis Riza Xeyatî jî ne yekemîn şehîdê me ye, û ne jî yê dawiyê dibe. Heya ku ew riya berdewam be, heya ku zulm û zordarî hebe, xebat jî her bi vî awayî, wate em û nivşên piştî me jî wl dirêjiyê pê bidin, her wek ku nivşên berî me jî ew şêweya xebatê domandin û gihandine me. Tenê tiştek ku renge ji bo me cihê kul û kovanê be, ew e ku em di rewşeke weha de bi boneya vê zordarî û rewşa ewlehiyê ya herî tund ku di Komara Îslamiya Îranê de heye, em nikarin di rewşeke weha de nêzîkî hezkiriyên xwe bin ku eva hesretek ku di dilê me têkoşeran de ye, û hem jî di nav dilê wan ezîzan de ye ku ji me dûr in, û li Îranê yan jî di welatên din de aware ne, û nikarin di demên dawiya jiyana xwe de , li dewra hevdu kom bibin.


Muhendis Riza Xeyatî temene pirr ji şanazî ê xwe di PDKÎ de derbas kir, lewra mirina wî jî bo me wekî jidestdana hevalekî pirr nexweş e,lê em dikarin vê yekê tab bikin, em di PDKÎ de hîn bûn ku ji şehîdbûna kesayetiyên xwe dersê wergirin, ne eva ku em bêhêvî bin û kovandar bin. Ez dixwazim berî vê ku bas ji kesayetiya Muhendis Riza Xeyatî bikim, basekê li ser pirsa beşdariya Turkên Azerbaycanê bikim ku di xebata dûr û dirêj ya PDKÎ de beşdar bûn. Renge beşek ji we di temenê ciwaniyê de bin, yan beşek ji xelkê Kurdistanê gellek şarezayê vê meselê nebin, lê ez hez dikim ku vê yekê bêjim ku Muhendis Riza Xeyatî yekemîn Turkê Azerbaycanê nebû ku rêbaza PDKÎ ji xwe re hilbijart, jiber ku rizgariya neteweya xwe di çarçoveya diruşm û programên PDKÎ de didît. Me berê jî gellek ji hemvelatiyên wusa hebûne. Baş di bîra min de ye ku dema ez nûciwan bûm û em digel Turkên Azerbaycanî bi hevre me jiyan dikir, ji min re bas dikirin ku filan malbata Turk ya akinciyê bajarê min kesekî wan heye ku di nav PDKÎ de ye. herwusa kesên wusa hebûn ku heya demên dawiya jiyana xwe wekî Muhendis Riza Xeyatî di nav PDKÎ de man û heya dawî nefesê bi rê û şopa PDKÎ emegdar man.


Eva hem şanaziyeke ku hem bo şoreşgerên xeyrî Kurd ji neteweya Turk, Belûç û Ereb digel PDKÎ di qonaxên cuda ên dîroka xebata PDKÎ de beşdar bûn û hem jî şanaziyeke bo PDKÎ ku bîr û bawer û bername û siyasetên wê, ne tenê nekariye ku xebatkarên Kurd li dewra xwe kom bike, belkû bûye sîvanek, ku neteweyên din ên Îranê jî rizgariya xwe di vê çarçoveyê de bibînin. Me di nav refa kadr û pêşmergeyên xwe de gellek hemwelatiyên Turk ên Azerî hebûn, ku her di nav koma yên ku niha li vir rûniştine, gellek ji wan dizanin ku gellek Turkên Azerî hebûne ku di xebat û berêkaniya dijî Komara Îslamiya Îranê mil bi milê pêşmergeyên PDKÎ beşdar bûne û canê xwe jî gorî kirine, gellek hebûn ku kêm endam bûn û weke Kurdan ji welatê xwe aware bûn û neçar bûn ku hezkiriyên xwe û welatê xwe bi cih bihêlin.


Lê ya ku Muhendis Riza Xeyatî ji yên din cuda dike, xebata navbirî bû di serdemekê de ku renge hemû hevalên me bizanin, ku ew jî avakirina RDKÎ di warê teknîn de bû di serdemekê de ku ne înternet hebû û ne jî TV bi vî rengî ku niha heye, hebûn, û ne jî ragehandinên din hebûn, wê demê ku PDKÎ xebat bi xwîn li dijî Komara Îslamiya Îranê dest pê kiribû, dengê wê nedigihîte Îran û bi tenê mabû li kurdistanê de, wê demê RDKÎ bi tenê çavkaniya nûçeyan ya dirust û cihê baweriyê bû ew jî ne tenê bo xelkêl Kurdistanê û azadîxwazên din ên Îranê, belkû heya bo beşek ji hêzên Komara Îslamiya Îranê, ku her demekê bixwastiban ku nûçeyeke rast ji qaşer guhdar bikin, guh didane RDKÎ.


Radyoya Dengê Kurdistana Îranê bi sedema vê rola ku di xebata rizgarîxwazane ya neteweya me de hebû, bibû armanca Komara Îslamiya Îranê her tim li jêr bombeberan û pîlanên curbicur ên Komara Îslamiya Îranê.


Muhendis Riza Xeyatî jî hertim armanca sereke ya wan pîlanan bû. Lê tewahiya wan zext û metersiyên ku Muhendis Riza Xeyatî û komeke ji pêşmergeyên PDKÎ ku Muhendis Riza Xeyatî perwerde kiribûn, tu carî bê hêvî nebûn, û netirsiyan qet bo demjimêrekê jî ew radyo bi cih nehêlan.


Di vî heyamî de ku Muhendis Riza Xeyatî berpirsayetiya vî karê giring girte stûyê xwe, û di destpêkê de bi kêmtirîn îmkanatan karî vê dezgeha ragehandinê bo PDKÎ bidest bixe. Zêdetir ji deh carî ji vî çiyayî bi çiyayekî din û ji vê kuneberê bo kunebereke din, û di nav berf û baran û sirr û germê de ew radyo vediguhastin, lê ew hinda ku di bîra min de be, kêm car hebû ku bileziya veguhastinê û damezrandina cardin ya radyoyê 24 demjimêr derbaz kiribin, di rastî de RDKÎ ku qerdarê zehmetên berî hemiyan Muhendis Riza Xeyatî bû, di wê demê de tenê dengê rastîn bû ku hawara belengaziya neteweya Kurd û xebatkarên azadîxwaz ên wê para Kurdistanê gehande guhê xelkê Îranê û beşek ji xelkê cîhanê. Hezkirina RDKÎ gihîştibû astekê ku beşeke zaf ji hevalên me di dervayî welat û li Ewropayê de li baştirîn cureya radyoyê digeriyan bona vê ku dengê RDKÎ guhdarî bikin. Di bîra me de ye dema ku li welatekî Ewropayî bi zehmeteke zaf ve wan dengê RDKÎ guhdarî dikirin, ew yek weke mizgînî didane hevdu, û bi me radigehandin ku em jî li wir dengê RDKÎ guhdarî diki.


Em van rojan û wan xizmetên mezin ji bîr nakin ku digel wê ku niha bi xweşî ve PDKÎ xwediyê hejmarek berçav ji pêşmergeyên şareza û pispor e di warê ragehandinê de, û xwediyê ragehandineke pêşkevtî ye, lê digel hemû vana jî cihê RDKÎ û her ku em bas ji RDKÎ dikin zehmetên Muhendis Riza Xeyatî pêkve girêdayî ne û ji bo me ji hevdu nahêne cudakirin. Ew xizmet û giringiya bû ku Muhendis Riza Xeyatî kiribû hezkiriyê hemû pêşmergeyên PDKÎ û hemû ew kesên ku Muhendis Riza Xeyatî nas dikirin, lewra her di destpêkê de sekreterên PDKÎ wekî şehîdan Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî û endamên din ên rêberiyê hurmeteke taybetî ji bo Muhendis Riza Xeyatî hebûn, û hekî di bîra we de be, çend salan berî niha bi bona salvegera avakirina RDKÎ bû ku li vir û her di vê holê de Muhendis Riza Xeyatî wekî şêvirmendê sekreterê PDKÎ bo karûbarên RDKÎ hate diyarî kirin. Ez xatircem im ku niha ew nûçeya nexweş ku di nav pêşmerge û alîgirên PDKÎ û li Kurdistan û li Ewropa û li her ciheke din ku bilav bûye, bi vê bûyerê kovandar in, û eva jî bixwe nîşaneya emegdariya PDKÎ ye bi hemû wan kesayetiyên ku di dirêjahiya dîroka bi xwîn ya PDKÎ de xizmeta vê partiyê kirine, û kevirek li ser dîwarê qahîm ê PDKÎ danîne. Ji aliyeke din ve jî vedigere ser vê cangorîtî û zehmet û emegnasiya ku Muhendis Riza Xeyatî bo PDKÎ hebû. Di bîra min de ye dema ku em li çiya bûn, hevjîna wî hat û serdana wî kir, lê dema ku hevjîna wî vegeriya Îranê, rejîmê ew girt û di girtîgehê de ew xistin jêr îşkence û bêhurmetiyeke zaf, û Muhendis Riza Xeyatî li pêşberî du riyan de danîn ku yan divêt di gel hevjîna xwe bimîne û vegere Îranê, yan jî nikare bi hevjîna xwe re be.


Lê Muhendis Riza Xeyatî riya duyemîn ji xwe re hilbijart, wate ji hevjîna xwe û zarokên xwe dûr ket û PDKÎ hilbijart. Wî wusa kir û heya demên dawiya jiyana xwe di nav PDKÎ xizmet kir û emegdariya xwe nîşan da, niha jî bi wan xizmetên ku Muhendis Riza Xeyatî kirine, em dikarin bêjin ew bûye yek ji wan kesayetiyên PDKÎ, ku navê xwe di nav dîroka pirr ji şanazî ya PDKÎ bi cih kir û niha jî û di pêşerojê de jî, çi em yan jî nivşên din ku wê rêbaza vê xebatê dê bidomînin, heya gihîştina bi armancên neteweya xwe, kesayetiay Muhendis Riza Xeyatî wekî kesayetiyên din ên siyasî wê her bimîne.


Ez dixwazim ku li wir de qala pirseke din jî bikim, ku ew jî ew e ku bi sala ye kurê navbirî wate Emîr wekî pêşmergeyekî emegdar, û bûka wî ya ciwan ku weke sekreterê giştî yê Yekîtiya Jinên demokrat ên Kurdistana Îranê bi sala ye ku bi bê çi çavnihêriyeke wusa, û bi ew qasî xwe bi kêm zanînê ve, weha kar û tekoşîna xwe didomînin. Ez şarezayî jêhatîbûn û emegdariya wan ya kûr bi PDKÎ me.


Min guman di wê de nine ku man û domandina karê wan beşek vedigere bo handana rehmetiyê bavê wan, wate ew di cihê hilbijartiya riya çûna bo derveyî welat û jiyaneke rehet, niha bi me re ne, bona vê ku di vê zulma ku li xelkê me û Turkên Azerbaycanê, û Ereb û Belûçan tê kirin de, beşdar bin û ew jî wekî Muhendis Riza Xeyatî ew şanaziya bibe para wan ku di roja serkevtian xebatê de wan jî para xwe têde hebe.


Tevî vê ku em di nav PDKÎ de tazîdariyê nakin, lê em li vir kom bûne da ku xema jidestdana hevrê Muhendis Riza Xeyatî bi ser hevdu de parve bikin, bona vê ku ev xema giran, bi tenê li ser milê kurê wî yê pêşmerge û bûka wî ya rûsor giraniyê neke, û her wusa hevderdiyê digel endamên malbata wî ya rêzdar bikin li her cihekê ku hebin, bona vê ku em nîşan bidin ku ya ku di nav PDKÎ giring e, bîr û bawer û îman bi rizgariyê ye, û xebata ji bo neteweya me ye, di vê çarçoveyê de Turkên Azerbaycanê, û xwediyên ayîn û boçûnên cuda û neteweyên cuda di PDKÎ de her hemiyan heq û mafên weke yek hene, û PDKÎ her di roja yekemîn de li ser vê bingeha şîn bûye û ez hêvîdar im ku heya roja dawiyê her emê ev dara bihêz bin ku bi van reh û rîşeyan ve dijî, heya ku digîja kopka serkevtinê û domandina xebatê, jiber ku xebat bo rizgariyê bê dawî ye. Lewra ez îznê ji tev aliyekê dixwazim ku sersaxiya ji hemiyan û bi taybetî ji we ku ji nêzîk ve, we Muhendis Riza Xeyatî nas dikir û we jê hez dikir, ji wan hevalên ku li organa wî de kar dikir û ji endamên malbata wî ku niha li her ciheke Îranê yan her cuheke din ku hene, bi taybetî ji du hevalên hêja Emîr û îlham serxweşiyê bikin û bêjne wan ku em hemû kur û dersxwanê wan kesayetiyên mezin ên PDKÎ ne, û xatircem bin ku her wekî me bi jidestdana Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî û berê wan jî Qazî mihemed û bi dehan têkoşerên din xebata Kurd ne tenê li Kurdistana Îranê, belkû li tu beşeke din de nesekinî ye, û niha pêde jî nasekîne û dom heye. Şayî û xweşiyên me yek in, û xem û nerehetiyên me yek in, û hemû xweşî û nexweşiyan em bi ser hevdu de parve dikin, lewra em vê şiyanê didne PDKÎ ku li hemberî meztirîn astengiyan de, baskên wê li jêr xem û kovanan de neçeme û serbilind û qahîm di qada berberekaniyê de xwe rabigire.


Cardin ez sersaxiyê dibêjme we û tewaya wan tekoşerên azadîxwaz ên Îranê bi heme neteweyan ve, û sersaxiyê li hevalên hêja Emîr û Îlhamê dikim û sipas bo beşdariya we hemiyan jî ku di vê bûyerê de we dilsozane wekî erkeke mirovî, hizbî û nîştimanî we beşdarî kiriye, û kadr û pêşmergên PDKÎ jî her ew çavnihêriya li wan tê kirin.


Gellek sipasiya we dikim. Hêviya min saxî û silametî bo we hemiyan e, bi taybetî bo endamên malbata Muhendis Riza Xeyatî xweşteviyê me hemûyan Sax û silamet bin û sipasiya we dikim