Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê pêşmergeyekî PDK Îranê çû ber dilovaniya xedê

15:41 - 26 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Bavê Hêriş Kerîmî pêşmergê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê seba nexweşiyê li bajarê Bokanê wefat kir.
Li gor rapora Kurdistanmedia, şeva Duşemî 25\'ê Çiriya Paşîn a 2013\'an, Rehman Kerîmî azer kurê Hacî Mihemed Resûl xelkê gundê Gogcelîa devera Aleşîna Bokanê, li temen 60 saliyê de seba kirîza mejî (sekteya mejî) malavayî ji jiyanê kir.
Kak Rehman li devera Aleşîna Bokanê bi kesayetiyeke nîştemanperwer û hezkirî hatibû naskirin û sala 1360\'a Rojî seba alîkarî tevî hêzên Kurdî bo heyamekê di zîndanê de bûye.
Kurekî Kekê Rehman bi navê Hêriş Kerîmî heyamê 6 sale ku di nav rêza Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de ye.
Termê Rehman Kerîmîazer şeva Duşemî di nav aporaya xelkê devera Aleşînê û Pîr Mihemedê li goristana bajarê Bokanê bi axê hate sipartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pirs û serxweşiya xwe li malbat û kes û karê Kekê Rehman Kerîmîazer dike û xwe di xem û pejara wan de bi şerîk û pişikdar dizane.

Riha wî şad be