Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

88 kes di nav de 50 zarok li Sûriyê hatin kuştin

14:59 - 26 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Çalakên Mafên Mirovan ragihandine ku pêtirî 88 kes di nav de jî 50 zarok bi destên hêzên Erteşa Sûriyê hatine kuştin.


Li gor rapora “Radyoferda” li zarê çalakên mafên mirovan ên Sûriyê ve, kêmî ve 88 kes di nav de 50 zarok di encama gullebaran û topbaranekê ji aliyê Erteşa Beşar Esed ve hatin kuştin û pêtirî 300 kes jî birîndar bûn.
Lê malpera “BBC”, di raporekê de belav kiriye ku li bajarê Humsê 50 kes hatine kuşûtin ku 13 ji wan zarok in û nêzîk 100 kesan jî birîndar bûne.
Kiryara han ji aliyê çalakên mafên mirovan ve bi komkujî hatiye hesibandin.
Di girteyek vîdeoyî de ku dijberên rejîma Esed belav kiriye, laşên şarokan piştî gullebarana bajarokê “Hûlla” tê dîtin, ger rastbûna wê vîdeoyê bihê eyankirin, eva dibe bixwîntirîn bûyera biştî agirbesta navbera rejîma Beşar Esed û dijberan di Sûriyê de. Agirbesta ku di meha Nîsana îsal de destpê kir.
Çalakên dijberên Sûriyê dibêjin Erteşa Sûriyê ji bo tepeseriyan ji top, xumpare û tankan mifah sitandine.

Ban Kî Mon Sekreterê Giştî yê saziya “NY” dibêje: Girûpek dijberên rejîma Sûriyê ku tev Serokkomar di halê şerr de ne, niha beşek berbiçav a bajarên Sûriyê konterol kirine.

Li gor amara ku saziya Netwên Yekbûyî belav kirî, di 14 mehîên derbasbûyî de pêtirî 10 hezar kes di tun û tûjiyên Sûriyê de hatine kuştin.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê