Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Îdz” di nava zarokên kar ên Îranê de 45 hemberî asta nêvincî

15:29 - 26 Gulan 2012

Kurdsistanmedia: Bi gotina yek ji şêvirmendên saxlemiyê yê warê nesaxiya îdzê, di nava zarokê kar ên Îranê de rêjeya zarokê tûşbûyî bi îdzê 45 hemberî asta nêvincî di welat de ye, bi awayekê ku tev jinên leşfiroş hember e.


Endamê Heyeta Birêvebrî yê Encumena Piştevanî Ji Zarokan, tevî amajekirin bi tûşbûna zarokan bi vîrosa “HIV” di welat de giştgîr bûye, got: Li gor lêkolîna hatî encamdayîn, rêjeya zarokên destfiroş û ên kirs û ziblan kom dikin, hember e tev jinên laşfiroş.
Li gor gotina wî, zarok di temenên 10 heya 14 salî û 15 heya 18 saliyê de dest bi bikaranîna madeyên hişber û vexwerinên elkolî dikin, eva jî nîşana vê ye ku 60 ji sedî a zarokaên kar duxaniyat bikar anîne ku cigare û madeyên din ên hişber in.
Li gor gotina wî çalakê zarokan 20 ji sedî a zarokên kar madeyên hişber bikar tînin û 40 ji sedî a wan jî vexwerinên elkolî ezbûn dikin.
Yezdanî dibêje: Werimîn û kirîza abûrî dibe seba hejartirbûna malbatan û ev yeka jî girîngtirîn sedem e ku zarok rû li bazara kar bikin.
Navbirî herweha got: Tevî vê ku zêdebûna hejariyê seba kirîza abûrî ku berê siyaseta dewletê ye, va dixuye ku dewllet di hizra kimrengkirin û bernamerêjî ji bo vê pirsê tune ye.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê