Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

161 hevwelatiyên herêma Kurdistanê bûne gotiyê topbaranên rejîmên Îran û Turkiyê

20:56 - 26 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Li gor amarên hatî belavkirin, ji sala 1991’an ve heya niha, 161 Kurdên Başûr seba topbaranên Turkiyê û Îranê bûne gorî.


Li gor malpera “Awêne” li zarê berpirsek Herêma Kurdistanê ve, piştî rabûna Kurdên parçeya Îraqê di sala1991’an ve heya 2012’an, seba topbaranên rejîmên Îran û Turkiyê kêmî ve 73 ke hatine kuştin û 88 kesên din jî birîndar û kêmendam bûne.
Mihemed Îsmaîl, birêveberê devera Sîdekan yê Herêma Kurdistanê dibêje, di nava goriyan de jin nû zarok jî hene.
Ew êrîşên rejîmê Îran û Turkiyê bo ser sînorên Herêma Kurduistanê awarebûna dehan gund û zirarmendbûna zaf a malî ji hevwelatiyan re bi cih maye.
Her du dewletên Îran û Turkiyê çendîn sal e bi hêceta hebûna hêzên dijber di sînorên Herêma Kurdistanê de deverên han topbaran dikin.
Çavdêr di vê baweriyê de ne ku ew kiryare ji bo givaşxistine ser hikûmeta Herêma Kurdistanê û kartêkerî li ser piroseya siyasî a wan du welatan dihê encam dayîn.


Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê