Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deqa Gotûbêja taybetî ya Tishk TV, digel birêz Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ

12:31 - 10 Kanûna pêşîn 2013

Gotûbêja:Tishk TV

Bînerên birêz yên Tishk TV, silav û ev dema we baş, Em di xizmeta we de ne bo pêşkêşkirina programeke taybetî derheq komeke pirsên siyasî ên di rojevê de.

Zanîna boçûnên PDKÎ li ser civaka siyasî ya Îranê, ew bûyerên rojevê ku li Îranê û di van dawiyane de rû dane, bi taybetî Kurdistan û rewşa Kurd di vê herêma coxrafiyayî de.
Bi xweşî ve em pêşwaziyê dikin ji rêzdar Mistefa Hicrî sekreterê giştî yê PDKÎ bo vê ku boçûnên vê partiyê li ser van pirsan bizanin.

Kekê Mistefa Hicrî! Gellek sipas ku we ew daxwaza me qebûl kir.

Mistefa Hicrî: Sipas ji we re jî.

Pirs: Di pêwendî di gel Îranê de, ez dixwazim ku basên xwe dest pê bikim û dixwazim bi vî awayî deriyê vê basê vekim ku nêzîk bi sed roj bi ser dest bi karbûna Hesen Rûhan re derbas dibe. Berî hilbijartinan hûn wekî PDKÎ we daxuyaniyek da, û we baykota hilbijartinan kir, we pêşbîniya vê kiribû ku xelk bi hatina Rûhanî dilxweş in, lê rewşa Îranê pirr xiraptir dibe, gelo ew pêşbîniya we li ser çi bingehekê bû, û gelo bi rastî we jêve ye ku niha rewşa Îranê xiraptir bûye?

Bersiv: Daxuyaniya Deftera Siyasî derheq baykota hilbijartina serkomariyê çavkaniya wê vedigere ser vê ceribandina ku em wekî Kurd bi taybetî û wekî Îranî bi giştî, di heyama sî û çend salên borî ên deshilatdariya Komara Îslamî ya Îranê de me hebûye, ji bilî vê yekê pirsa îdeolojiya Komara Îslamî ku li dijî demokrasî, azdaî, û daxwazên neteweyên Îranê, bi taybetî li dijî daxwazên Kurdan e, û ew ezmûn hertim di dema hilbijartinan de ducarî bûye ku hinek soz û qewlan didne xelkê, bo vê ku bala xelkê bo aliyê xwe rakêşin û wan bikêşne ser sindûqan, lê herwekî min bas kir, îdeolojî û siyaseta Komara Îslamiya Îranê îzna vê yekê nade ku Îran ber bi vekirinê ve here, û ew baykota jî di çarçoveya vê boçûnê de hate ragehandin, û em niha ku li bereberê sedrojiya dest bi karbûna serkomarê rejîmê de ne, em dibînin ku diruşmên Rûhanî derheq qewlên ku dabûne xelkê Îranê, bi taybetî bi Kurd û neteweyên din derheq vekirina rewşa siyasî li Îranê, û azadbûna girtiyên siyasî, û gellek qewl û sozên din, mixabin em dibînin ku her wekî serkomarên din, her di cihê xwe de ye û di hinek waran de tundûtîjtir jî bûye.

Pirs: Di van dawiyane de pêleke îdaman Îran dagirtiye, hekî bê bîra me, we mijarek nivîsand ku gelo Komara Îslamiya Îranê ber bi guhertinan pêngavan davêje yan ne, di vir de we pêşbîniya vê yekê kiribû ku rewş gellek xiraptir dibe û Komara Îslamiya Îranê bi dana komeke poanan serkuta navxweyî zêde dike, li ser çi bingehekê we ew dadweriya kir?

Bersiv: Her wekî min di mijara xwe de jî basê kiribû, li ser vê bingehê pêşbînî hatibû kirin ku Komara Îslamiya Îranê her di destpêkê de heya niha hemû hewlên wê bona ragirtin û parêzgarîkirin ji rejîma xwe ye. Hekî bas ji Îslamê dike, û bas ji demokrasî, mafên xelkê hejar dike, ew hemû ew vir û direv in ku ji bo parastina hikûmeta xwe bi kar tîne, û me ew yek ne tenê di îdeolojiya rejîmê de nas kiriye, belkû bi kiryar jî me dîtiye, hekî di bîra me de be, di dema şerê heşt sale yê di navbera Îran û Îraqê de piştî vê ku xelkekî zaf dane kuştin, û piştî zirareke malî ya bê qas, dema ku Refsencanî û herwisa komeke fermandeyên payebilind ên leşkerî çûne cem Xomênî û ew têgehandin ku hekî ew şer berdewam bike, ew wê şikestê bixwen, Xomêynî bi qewlê wan bi xwe, cama jehrê vexwar û girêbesta NY qebûl kir û agirbes ragehand û hemû ew vir û direv û diruşmên ku dabûn ku ji riya Kerbelayê ve ew dê Qudsê rizgar bikin, hemû bû direv, eva bixwe ezmûnek bû.
Niha jî ew mijara ku hatibû nivîsîn beşeke wê li ser vê bingehê ye ku Komara Îslamiya Îranê bo ragirtina hikûmeta xwe hewcehî bi vê ye ku deriyên xwe bi rûyê welatên derve veke, ew gemaroyên ku bi ser Îranê de sepandine, derheq mehandina oranyomê û ew piroseya ku dest pê kiriye, her dom heye, û ew yek bûye sedema vê ku gemaro gihîştine vê astê, ku Komara Îslamî hest bi tirsê dike, ku hekî her doma hebe, êdî şiyana wan ya birêveberiya welat namîne, ku wisa bû divêt ew hikûmetê biparêze, û parastina vê hikûmetê jî berevajiyê diruşmên Xamineyî di rastî de lihevhatineke rezîlane ye digel Rojava bo vê ku teslîmî daxwaziyên wan be, da ku Rojavayî gemaroyan li ser wan heya qasekê şil bikin, da ku bikare dahata petrola xwe bi dest bîne. Ku wisa bû xwezayî ye ku Komara Îslmaî li hemberî parastina hikûmeta xwe de poanan bide Rojava.

Lê aliyê din yê vê pirsê ku lihevkirina digel xelkê Îranê û vekirina rewşa siyasî bi rûyê xelkê de ye, eva rast berevajiyê armanca Komara Îslamî ye, bi vê manayê ku xelkê Îranê ji ber ku Komara Îslamî nas kirine, û ji ber ku jê nerazî ne, her demekê ku rewşa hewce bê pêş, yan jî hecetek ketibe destê wan de, li dijî rejîmê hatine ser şeqaman û diruşma hiloşîna Komara Îslamiya Îranê dane. Lewra her paşvekêşaneke Komara Îslamiya Îranê derheq pirsa demokrasî û azadiyê bi taybetî mafê neteweyên Îranê û yek ji wan neteweya Kurd, li gorî şik û gumana Komara Îslamiya Îranê dibe sedema hiloşîna Komara Îslamiya Îranê. Lewra me got ku hekî deriyên xwe bi rûyê cîhanê de vedike, berevajî di navxwe ya welat de rewşê tundûtîjtir dike, û mixabin em vê yekê niha dibînin.

Pirs:
sedem çî ye ku ew rewşa ewlehiya xirap bi giştî di Îranê de, û bi taybetî di Kurdistanê de pêk aniye?

Bersiv:
Di rastî de bingeha wê vedigere ser vê tirs û lerza ku ji xelkê Îranê heye, jiber ku ew bixwe tevî wan hemû îdiayên ku dikin, berevajî gellek baş dizanin ku xelkê Îranê di gel Komara Îslamî de nînin. Valahiyek gellek zêde ketiye navbera xelkê Îranê û Komara Îslamiya Îranê de, ku roj bi rojê ew valahî berfirehtir dibe, lewra hekî xelk derfetê bi dest bînin bo hiloşandina rejîmê, bê guman wê hewla xwe bidin, û rola neteweyên Îranê ku tewahiya sînorên Îranê pêk anîne, roleke giring dibe. Komara Îslamiya Îranê ji vê nîgeran e ku ew rewş di Îranê de bê pêş, lewra pêşiya tewahiya civînan digre, pêşiya hemû daxwaziyên azadîxwazane digre, hukmê girtina dirêjheyam bi ser girtiyan de disepîne, û bo tirsandina xelkê, me dît ku pêla îdaman daye destpêkirin. Ew xortên neteweyên Belûç, Ereb, û bi taybetî tekoşerên Kurd îdam dike, bona vê ku xekê bitirsîne.

Pirs: kekê Mistefa bi raya we encama sefera Rûhanî bo Niyoyorkê û axavtina telefonî digel Obama û herwisa hevdîtina Zerîf di gel Can Kêrî û bi giştî gotûbêjên 5+1 digîje kuderê?

Bersiv:
Her wekî min got, Weliyê Feqîh tenê kesek e ku biryarê li ser siyasetên navxweyî û derveyî welat dide, wisa dixuye ku ew gihîştibê vê qenaetê ku êdî ji vê hindê zêdetir ew nikarin berxwedaniyê bikin û rewşa wan ya aborî jî gihîştiye xalekê ku êdî nikarin xwe bi rêve bibin, lewra Weliyê Feqîh ew biryar daye ku divêt ew deriyên xwe ber bi cîhana derve vekin. Bi boçûna min Xamineyî gihîştiye vê qenaetê ku divêt ew vekirina deriyan bibe dana poana bi Rojava, û teslîmbûna li hemberî daxwaziyên wan, eva encama wê di wan civînên ku di Jinêvê de pêk hatin, û destpêka wê jî di Niyoyorkê de bû, niha jî ku dawî civîna wan di Jinêvê de birêve diçe, hemû hewla wan eva ye ku bigîjne encamê, û digel vê ku min jêve ye hêşta maye, lê di encamê de Komara Îslamiya Îranê wê bête ser vê baweriyê ku teslîmî Rojava be, bona ku tirsa hiloşîna xwe di warê aborî nehêle. Bi raya min Rojava li hemberî gellek poanan de, wê kêmek poanan bide Komara Îslamiya Îranê, û Komara Îslamiya Îranê derheq pirsa mehandina oranyomê teslîm dibe.

Pirs: Ew edebiyatekê bi kar tînin ku “nermişê qehremanane” ye, ku di dawiyê de her wekî cenabê te got renge ew haleta bê pêş, keko ez dixwazim ku pirsyarê girê bidim bi Kurdistanê li pêwendî digel mafê Kurd, we gotûbêjek kiriye di gel Ajansa Anadol a Turk, û we bas kiriye ku hûn amade ne ku gotûbêjan digel Komara Îslamiya Îranê bikin, hekî mafê Kurdan garentî bike, lê we komeke şert û merc danîne, di destpêkê de ew bas çawan hatiye holê, gelo tu sîgnalek yan amajeyek heye, gelo tu gotûbêjek di navbera we û Komara Îslamiya Îranê di vî heyamî de hebûye?

Bersiv: Pêştir dixwazim vê yekê şirove bikin ku tu çirayeke kesk û tu gotûbêjek ji aliyê Komara Îslamiya Îranê ve nîşanî me nehatiye dan ku amade bin ku gotûbêjan bikin, di vî warî em ne bawer in ku Komara Îslamiya Îranê di rewşa niha de bikeve nava piroseyeke wisa de, ji ber ku berî her tiştî bawerî bi wan mafan niye ku em daxwaz dikin, û ji aliyeke din ve jî rewşa ewlehiyê gellek ji vê tundûtîjtir e ku di Komara Îslamiya Îranê de basa mafê neteweyan bê kirin. Dema ku bi heceta herî biçûk tekoşerên siyasî, bi taybetî Kurd digrin û dêxne girtîgehan de, û piştre jî îdam dikin, yan digel neteweyên din wisa reftarê dikin, yan jî niha Komara Îslamiya Îranê kêşe û arîşeya wê ew e ku gelo serpûşa jinan divêt çawa be, û tûka serê wan çiqas bê veşartin û çiqas nehê veşartin, di rewşeke wisa de çavnihêriya gotûbêjan çavnihêriyeke bê çine ye, lê em wekî kesên siyasî dikevne pêşberî pirsyarên rojnamevanan de, ew pirs dikin ku gelo hûn amade ne bo gotûbêjê yan ne?

Min bersiv daye ku em wekî pirensîpeke giştî ku di PDKÎ de heye, dema ku Komara Îslamiya Îranê amade be ku li ser mafê neteweya Kurd bi navbeynkariya aliyeke sêyemîn, amade be, em jî amade ne ku gotûbêjan bikin, ew yek nahê vê wateyê ku tişteke wisa hebe û Komara Îslamiya Îranê çirayakesk nîşanî me dabe, lê ew bi tenê bersiva pirsyara nûçegihanekî bû.

Pirs: Di demên borî de û di van çend mehên borî de, we dest bi meşeke nû ya dîplomasiyê kiriye, û we dewleta Turkiyê kiriye armanc, ew qasê ku ez şaş nebim we di salvegera avakirina Komara Turkiyê de beşdarî kir û ji vê jî giringtir we beşdariya di civînekê de kir, ku piştre ezê vê pirsê li we bikim. Li derheq pirsa Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û li ser vê dîplomasiyê dixwazim pirsê li te bikim, çawan e ku we meşeke wisa ya dîplomatîk dest pê kiriye?

Bersiv:
Bo me wekî PDKÎ em hertim li ser vê bawerê bûne ku divêt em digel welatên bi bandor ên cîhanê bi taybetî ên herêmê pêwendiyan danên, pêwendiyeke salim ya siyasî, li ser rêzgitina hevdu, li vê derheqê de em di nava hewldanan de bûn, eva bû ku me beşdarî di salvegera avakirina Komara Turkiyê de kir ku em hatinbûne bangkirin, ji bilî vê jî ew bangkirina ku di rastî de nawendeke ne hikûmetî, yanî nawendeke lêkolînê ya li ser pirsa Kurd bû, pêk anîbû, û bo wir em hatibûne bangkirin û nûnerê me beşdarî têde kir û gotar xwend û program û daxwaziyên PDKÎ bas kirin.

Pirs: Li ser vê kongireyê dixwazim ku zêdetir em biaxivin, bo yekem car e ku li Enqerê de serbarê wan zextên ku pêştir ji aliyê hikûmeta Turkiyê ve em şahid bûn, lê em hest bi vekirineke siyasî dikin. Li Enqerê dewleta Turk kongireyekê pêk tîne û seranên partiyan û aliyê kêm nûnerên partiyên siyasî ên her çar perçeyan, basê bidestveanîna mafên xwe dikin, û basê mîkanîzma gihîştina bi wan mafan tê kirin, hûn wekî PDKÎ her wekî we kerem kir, we li wir nûner hebû, gelo deskevt çi bûn, bas çi bûn, hûn gihîştine çi encamekê?

Bersiv: Eva bixwe pirseke giring e ku di welatekî wekî Turkiyê de ku anîna peyva Kurd hatibû qedexekirin, û kesê nedikarî basê pirsa Kurd bike, lê niha em dibînin ku li Amedê, pispor û şarezayên her çar perçeyên Kurdistanê kom dikin, bona vê ku bas ji çareserkirina pirsa Kurd di herêmê de bikin, ew yek nîşan dide ku ew dewlet, dewleteke siyasî ye û ber bi pêş ve pêngavan davêje ku ber bi çareserkirina kêşeyên xwe ve here, û dixwaze bibe alahilgirê çareseriya pirsa Kurd di herêmê de.

Eva bixwe pêngaveke gellek giring e û guhertineke berçav e, lewra xwezayî ye ku emê di civînên wisa de beşdarî bikin û pêşwaziyê lê bikin, jiber ku me jê ve ye ku li her welatekî de bi taybetî di welatên dagîrkar de rewş bo gotûbêj, û dîplomasiyê amade be, em wekî Kurd divêt têde beşdar bin û ji vê riyê ve tekoşîna xwe ber bi pêşve bibin, û em bi hukmê vê ku wekî Kurdistana Îranê, me sînoreke dûr û dirêj digel Turkiyê û beşek zaf ji gelê kurd yan meztirîn beşa gelê Kurd di Turkiyê de heye, em hem li gorî rastiya îro û hem jî li gorî rewşa siyasî hewce dike ku vê pêwendiyê bihêz bikin, û bikarin pêwendiyeke baş digel dewleta Turkiyê danên, bona ku em jî bikarin bernameyên xwe digel wan bas bikin, hem jî digel Kurdên Turkiyê ku hemwelatî û hevzimanên me ne.

Pirs: Her di vê derheqê de ku we kerem kir ku xelkê Kurdistana Bakûr hevziman û hevnîştimanên me ne, ez hez dikim ku pirsekê bikim, gelo çûna Mesûd Barzanî ya hefteya borî bo Diyarbekirê, hûn çawan dinirxînin, çi guhertinek hatiye pêş?

Bersiv: Di rastî de eva jî bixwe mînakeke din ya vekirîbûna dewleta Turkiyê bi rûyê kêşeyekê ye ku bi dehan salî ye digel vê kêşeyê berbirû ye, ku ew jî pirsa Kurd e, hekî di bîra me de be, li salên destpêka Hikûmeta Herêma Kurdistanê, heyameke zaf Turkiye amade nebû ku herêma Kurdistanê wekî hikûmet nas bike, heya amade nebû ku Barzanî wekî serokê Herêma Kurdistanê binase, belkû wekî serok eşîr basê dikir, lê guhertinên siyasî û pêşkevtinên siyasî, kareke wisa kirin ku Turkiye ji vê rastiyê tê bigîje û di vê pêwendiyê de pêngvan hilgire, ew çûna rêzdar Mesûd Brazanî bo Turkiyê deskevteke din ya herî bi nirx ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyekê û ji aliyeke din ve Turkiye bû. Di vê seferê de gellek tabo hatine şikandin, û berî her tiştî ew civîn li Amedê hate pêkanîn, ji bilî vê yekê jî ew peyvên ku li wir bi kar hatin, yanî eva ku rêzdar Mesûd Barzanî Turk û kurd bo aştiyê û bo bidawîanîna xwînrêtinê, û pêdagiriya li ser çareseriya aştiyane han dan, û herwisa ew pêşwaziya ku ji kak Mesûd hate kirin, xaleke yekcar bihêz bû, ji aliyekê ve nîşan da ku xelkê Kurd di vê para Kurdistanê de riya çareseriya aştîxwazane dixwazin û pêşwaziya ji kak Mesûd dikin, bi vê sedemê ku alahilgirê aştî û pêkvejiyana her du gelên Kurd û Turk e di vî welatî de, û di vê derheqê de hewlê dide û bixwe hikûmeta Turkiyê jî û Erdoxan jî gellek axavtinên nû kirin derheq pirsa Kurd, û navê Kurd bi eşkere anîn, û basê vê kirin ku pirsa Kurd êdî wekî pirsa Kurd bas dikin ku pêştir bi peyvên sivik basa pirs Kurd dikirin, û basê vê kirin ku deriyên girtîgehan wê vekin, eva bixwe nîşan dide ku ew sefera bixwe bi wateya destpêka pêşkevtinên dinê ye jî, ji koma van boçûna min jêve ye ku sefereke serkevtî bû, û gellek bi qazancê gelê Kurd bû. Bi giştî bo hevsînorî û girêdana pêkve ya pêwendiyên nêzîk û dostane di nabera Herêma Kurdistanê û Turkiyê baş bû.

Pirs:
Di vê heyama borî de hikûmeteke demikî ji aliyê PYD’ê ve hatiye ragehandin, di vê derheqê de serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyanî daye, ev daxuyanî gellek jî bi xirapî hatiye şirovekirin, hûn di bingeh de avakirina vê hikûmeta demkî di Kurdistana jêr deshilata Sûriyê de çawan dinirxînin?

Bersiv:
Ev rastiya ku îro di Kurdistana Sûriyê de derbaz dibe, rastiyek e ku hekî di mehên destpêkê de kêmekê ne zelal bû, niha êdî bi tewahî zelal bûye, ew jî bi vê wateyê ku hikûmeta Sûriyê di rastî de digel vê ku hêzên wê her di Kurdistana Sûriyê de ne, lê li wir çalak nînin, deshilata wir daye destê hêzeke Kurdî, ku di wir de deshilata xwe bi kar bîne.

Hebûna her hikûmeteke xwecihî bo Kurdên Sûriyê wekî hemû parên Kurdistanê deskevteke gellek giring e, û divêt hemû aliyeke piştevaniyê jê bike, lê bi şertekê ku eva deskevta Kurd be, û hikûmeta Kurd be, ne hikûmeta aliyekê be ku bi zorî bi ser xelkê de sepandibe.

Gelê Kurd zêdetir ji sed salî ye ku xebatê bo azadiyê û rizgariya ji destê zordariyê dike, eva nayê vê wateyê ku Kurd xebatê dike bona vê ku li jêr deshilatxwaziya Turk û Ereb û Fars rizgar be, lê deshilatxwaziya Kurd qebûl bike, bi taybetî ew serdem nemaye, lê ew hikûmet min jêve ye ew hikûmeta xwecih yan her naveke din em li ser danên, em demekê dikarin bêjin hiukûmet, yan deshilata Kurdê Sûrî, ku Kurdên Sûriyê têde beşdar bin, û bikarin hemû bi azadî û bi mafê wekhev bîr û boçûnên xwe eşkere bikin, lê mixabin ya ku em niha di wir de dibînin berevajî ye, beşeke zaf ji ên ku cudabîr in, digel vê deshilata ku li wir pêk hatiye, li jêr zext û zoriyê de ne. Azadiya tekoşînê nînin, û hejmareke zêde ji tekoşerên rêkxirawên kurd ên Sûriyê hatine terorkirin, ku ew yek cihê şik û gumanê ye.

Serdemekê ew propagenda bilav kirin ku komkujî hatiye kirin ji aliyê girûpên El-Nosre û girûpên din ên radîkal ve, lê eşkere bû ku wisa nebûye, lewra ez xwe vê yekê bi rast dizanim ku Kurd hemû li wir bikarin her şêwe deshilatekê ava bikin, niha derfeteke baş e ku ez hêvîdar im ew yek bi hevgirtinê ser bigre û aliyek bi tenê nexwaze bi qazanc û berjewendiya xwe, ku berjewendiya wê bixwe jî di vê yekê de nine, bixwaze vê derfeta baş ku li wir pêk hatiye, ji nav bibe, di vê derheqê de ez digel axavtinên rêzdar Mesûd Barzanî me, ku derheq Kurdistana Sûriyê ragehandiye, çi derheq alîkariya mirovî, ku heya niha wekî Kurdên Kurdistana Îraqê kirine, çi jî wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine, niha jî ew alîkarî berdewam in û herwisa ew hewl û tekoşîna ku hatiye kirin bona vê ku Kurdên Sûriyê bi awayekî yekdest û yekgirtî bikarin biryarê bidin, ne tenê aliyek bi tena serê xwe biryarê bide û biryara xwe bi ser aliyê din de bisepîne.

Pirsyar: kekê Mistefa Hicrî, dawî pirsyara min ji cenabê we, bo berçavroniya bînerên me, mijareke pirr hestyar e bo Kurdistana Îranê, ew jî ev e ku birêz Xalid Ezîzî di gotûbêjekê de basekê dike ku wan nivîsek daye Deftera Siyasî ya PDKÎ bo yekgirtinê, di vê derheqê de ez dixwazim ku hûn raya giştî ya Kurdistanê zêdetir agehdar bikin?

Bersiv:
Belê, ya rastî ev e di kongireya PDKÎ ya dawiyê de biryarek hate dan, û em li gorî vê biryarê têkiliyên xwe bi hevalên xwe ên pêşîn re dadinên, em li ser gellek mijaran lihev dicivin û bi hev re hemşêvriyê dikin, derheq wan mijarên ku pêwendî bi Îran û Kurdistanê ve hene, em vê rewşê didomînin, lê xwezayî ye ku eva dawiya vê pirsê nine, û biryar ew e ku asayîbûna têkiliyan bigihîje asta yekbûnê.

Me berî vê gelaleya ku birêz Xalid Ezîzî bas dike,me nivîsek amade kir û ji wan re şand, wate piştî cudabûna wan hevalan, û biryar bû em li ser vê nivîsê bi hev re biaxivin, û riyekê ji bo hevgirtinê bibînin, lê mixabin wan bersiva me nedan û niha bixwe gelaleyeke cuda amade kirine, û cudahiyeke zaf di navbera gelaleya wan û ya me de heye.

Lê emê di civîna Komîteya Nawendî de li ser vê mijarê biaxivin. Lê giring ew e ku me pêştir gelaleyek daye wan û hekî ew daxwaz bikin ku bi sedema derbazbûna dem, em hinek guhertinan têde pêk bînin, eva cihê behsê ye, lê eva ku ew gelaleya me ret bikin û gelaleyeke din di cihê wê de amade bikin, di warê siyasî de hûrbûniyeke zêde dixwaze, lê emê vê piroseyê bidomînin.