Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gengeşekirina li ser dawî guherînkariyan li hevdîtina di navbera Komîteya PDKÎ û YNK li Siwîsê

14:08 - 12 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Heyetekî komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Siwîsê û şandekî rêkxistina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di vî welatî de kom bûn.

Li gor rapora Kurdistanmedia, şandekî komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Siwîsê bi serperestiya Kamiran Resûlî berpirsê komîtê tevî heyetekî rêkxistina Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê di vî welatî de bi serperestiya Soran Elî berpirsê rêkxistana YNK li berwara 8\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, civiyan.
Di vê hevdîtinê de bûyerên wan dawiyane ên Kurdistanê û guherînên deverê û siyaseta PDK Îranê di vê pêwendiyê de û her wusa pêwendiyên navbera PDKÎ û YNK hatin gengeşekirin.
Guherînkariyên Herêma Kurdistanê, hilbijartinên parlemana Kurdistanê, komîteya alîkariya hêzên Kurdistanê li Siwîsê û rewşa rojnamevanan li Herêma Kurdistanê komek mijarên din bûn ku bas li ser hatin kirin.