Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du partiyên Kurdî li kiryarekî hevpar de, tepesekirina mafên mirovan di Îranê de şermezar kirin

20:30 - 12 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Bi boneya roja cîhanî ya Mafê mirovan, endamên PDK Îranê û Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li Hulendê, tepesekirina mafê mirovan ji aliyê rejîma Îranê ve hat mehkûmkirin.


Li gor rapora Kurdistanmedia, endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û Komeleya Şoreşgêr a Zehmetkêşên Kurdistana Îranê li welatê Hulendê kiryarekî hevper bi armanca protesto kirina tepesekirina mafê mirovan li Îranê li berwara 10\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, li ber deriyê parlemana Hulendê li bajarê Dênhaxê birêve birin.
Di vê aksiyonê de wêne û pilakardê pêwendîdar bi tepesekirinên mafê mirovan li Îranê danîbûn û hevdem nemeyeke daxwaziyane bo berpirsê komîsyona karubarê derve yê welatê Hulendê rêkirin.