Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bo berpirsên komîteya PDKÎ li Almanê, simînarek hat lidarxistin

15:18 - 14 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Çemka Fîdiral û çend mijarên din ên pêwendîdar bi Îranê û Kurdistanê, di simînara berpirsê komîteya PDKÎ li Almanê de hat gengeşekirin.


Li gor rapora kurdistanmedia, simînarek bo Şehriyar Neqşbendî berpirsê komîteya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Almanê ku ji aliyê navenda Berevanî ji Xebarkarên Îranê ve li bajarê Hambûrgê hatbû lidarxistin, li 8\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, di vî bajarî de birêve çû.
Têgeha mafên mirovan wekî alternatîveke baş û di cihê xwe de, bo hikûmeta bihêt ya Îranê, siyasetên PDKÎ û pirsa mafên mirovan di Kurdistana û Îranê de, ew mijar bûn ku di simînarê de hatne gengeşekirin.
Di vê simînarê de amadebûyan pirsiyar û tîbîniyên xwe ji Neqşbendî kirin û ji aliyê navbirê ve bersiv hat dan.