Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şêvra Ewlehiyê rejîma Sûriyê mehkûm kir

13:38 - 28 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Şêvra Ewlehiyê a saziya “NY” roja Yekşemî bi tundtirîn şîwe rejîma Sûriyê seba komkujiya xelkê sivîl di bajarê Holla de mehkûm kir.


Li gorî nûçegihaniya Firansa, gişt endamên Şêvra Ewlehiyê di van de Rûsiye jî di daxuyaniyekê de ragihandin ku li gor raporên çavdêrên navnetewî di Sûriyê de, hêzên rejmê bi mifahsitandin ji tankên nîzamî û topxaneyan, taxele bajarê Hulla kirine armanc ku hejmarek zêde kuştî û birîndar jê bicih mane.
Di vê êrîşa hovane a rejîam Esed de kêmî ve 108 kes di nav de dehan zarok hatin kuştin.
Dîmenên dilêş ên wê komkujiyê ku di ragihandinên cîhanê de belav bûn, pêlek nerazîtî û hêrsbûnê cîhan dagirt.
Li ser daxwaza Birîtanya endamê Şêvra Ewlehiyê, roja derbasbûyî Şêvra han rûniştinek bilez lidar xist û têde rejîma Sûriyê bi tundtirîn şîwe hat mehkûmkirin.
Çend rojan berê jî Amerîka û Rûsiyê hin dan û sitandin ji bo wêdebirina Beşar Esed di desthilatê de kiribûn û Obama gelaleyek amade kiriye ku têde çarenivîsa Beşar Esed mîna a Elî Ebdulla Salih di Yemenê de weke çareseriya pirsa Sûriyê hatoye û dixe ber destên rayedarên Rûsiyê.
Serokwezîrê Rûsiyê gelkaleya han di rojeva gişt çareseriyên din daniye û meha bê Barak Obama dê wê gelaleyê radestî Serokkomarê Rûsiyê dike, çavnihêrî tê kirin ku Rûsiye wê yekê bipejirîne, lê Rûsiye razî nabe ku Beşar Esed bihê dadgehîkirin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê