Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî PDKÎ li devera Bokanê wefat kir

13:39 - 17 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Endamekî kevnarê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, xalkê gundê Espoxe a Bokanê di temen 65 saliyê de koça dawiyê kir.

Li gor rapora kurdistanmedia, Ferman Nêmetpûr endamê kevnarê PDKÎ xelkê gundê Espoxe a ser bi devera Ehmedî kor a ser bi bajarê Bokanê, çû ber dilovaniya xwedê.
Ferman Nêmetpûr hevnîştimanekî Azerî zimanê Kurdistanê bû ku weke yekemîn kes pêwendî bi komîteya devera Ehmed korê kir û di rêza rizgarîxwaziya gelê Kurd de beşdarî kir.
Navbirî endamekî disoz û wefadarê PDKÎ bû û seba nîştemanperweriyê ve çendîn caran ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hetiye girtin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pirs û serxweşiya xwe li malbat û kes û karê Kekê Ferman Nêmetpûr dike û xwe di xem û pejara wan de bi şerîk û pişikdar dizane.

Riha wî şad be

7482.jpg