Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja pêşmerê Kurdistanê li Swîsê bilin hat nirxandin

14:54 - 17 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Rê û resma taybet bi 26\'ê Sermawezê ji aliyê komîteya PDKÎ ve li welatê Swîsê, birêve çû.
Li gor rapora Kurdsitanmedia, rê û resma 26\'ê Sermawezê roja pêşmergê Kurdistanê bi amadebûya endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li welatê Swîsê ku ji aliyê komîteya Partê ve di vî welatê de hatibû lidarxistin, roja 15\'ê Çileya Pêşîn 2013\'ê, li bajarê Zûrîx birêve çû.
Ew rê û resma bi xwendina sirûda Ey Reqîb û ragirtina deqeyek bidengî bo rêzgirtin ji canê paqijê şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê dest pêkir.
Paşan peyama komîteya PDKÎ – Swîsê, ji aliyê Abid Ezîzîve hat xwendin.
Piştre pare pexşanek ji rêya pirojoktor ve hat pêşkeş kirin û herwisa çend sirûdek ji aliyê Perwîz Nimetî pêşmergê kevnar ve hat xwendin.

Di birga din a rê û resma roja pêşmerê Kurdistanê li welatê Swîsê, hermarek pêşmergên kevnarên PDKÎ bîreweriyên xwe bo beşdarbûyan gotin û paşan Kamiran resûlî berpirsê Komîteya Partê li welatê Swîsê pîrozbahiya xwe bi vê bonê pêşkeşê amadebûyan kir.