Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kirêkarên Kamyaranê man girtin

15:16 - 28 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Kedkarên şirketa avakirina bînayan a “Selb Îstîl”a Kamyaranê seba nedana heqdestên wan dest bi mangirtinê kirine.
Li gor nûçeyê nûçegihaniya “Mukriyan”ê, kedkar û hostayên şirketa avakirina bînayan a “Selb Îstîl”a Kamyaranê seba nedana heqdestên kedkaran ji aliyê şirketa han ve dev ji karên xwe berdane.
Li gor rapora han, kedkarên nerazî bi nedana heqdestên wan roja Duşemî dest bi mangitinê kirine û tê gotim ku tevî serdana kedkaran ji birêveberiya şirketê bi armanca wergirtina heqdestên xwe, heya niha tu bersivek wernegirtine.

Şirketa “Selb Îstîl” li ser riya “Sine – Kamyaranê hilkevtiye û peymankarên 42 yekeyên avahiyan li bajarê Kamyaranê û nêzîk 40 kedkar di wê şirketê de kar dikin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê