Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê şehîdekî rêya rizgariya Kurdistanê li Bokanê wefat kir

19:30 - 19 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Bavê şehîd Sidîq Mehmûdzade li devera Bokanê çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, Mam Mistefa Mehmûdzade babê şehîd Sidîq Mehmûdzade xelkê gundê Atabilaxa ser bi devera Bokanê roja 17\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, seba pîriyê koça dawiyê kir.
Mam Mistefa kesayetiyê xweşnav û cihê baweriya xelkê deverê bû û termê navbirî di nav aporaya xelkê gundê Atabilax de definandin.
Şehîd Sidîq Mehmûdzade pêşmergê Partiya Demokrat a Kurditana Îranê li şerekî qerimanane de li Serçinarê ligel hêzên rejîma Îslamî ya Îranê di roja 22\'ê Rezber a 1361\'a Rojî, şehîd bû.
Partiya Demokrat a Kurditana Îranê, serxweşiya xwe ji malbat û kes û karê Mam Mistefa Mehmûdzade dike û xwe di xem û pejara wan de bi şerîk û pişikdar dizane.
Riha wî şad