Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

EndamekÎ PDKÎ li Hewlêrê wefat kir

19:56 - 19 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi sedema sekta mêşk li temen 58 saliyê de koça dawiyê kir.
Li gor rapora Kurdistanmedia, Hesen Eskenderî endamê PDKÎ seba cilteya mêşk roja 18\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, li nexweşxaneya bajarê Hewlêrê, çû ber dilovaniya xwedê.
Hesen Eskenderî kurê Hacî Elî Zeman sala 1334\'a Rojî li bajarê Serpêla Zehaw ji dayîk bûye, navbirî dîploma wêjeyî li bajarê Serpêlê wegirtibû û li rêpêwîna şoreşa gelê Îranê li sala 1357\'a Rojî li bajarê Serpêla Zehaw rûlekî berçav hebûye.

7497.jpg
Hesen Eskenderî


Sala 1362\'a Rojî bûye pêşmergê PDKÎ û li hêza Dalah sazman dane û piştî heyamekê seba jêhatiyê bûye kadir û weke berpirsê pişka muxabirata hêzên Dalaho ew erke wergit.
Sala 1366\'a Rojî, li bajarê Felûce akincî bû û paşan li ordûgaha Romadî rûniştî bûne û paş helweşana rejîma Sedam li kempa Kawe a ser bi parêzgeha Hewlêr a Herêma Kurdistanê akincî bû.
Hesen Eskenderî şeva 18\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, bo bajarê Kelarê veguhastin û di nav aporaya hevsengerên xwe de definadin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, pirs û serxweşiya xwe li malbat û kes û karê Hesen Eskenderî dike û xwe di xem û pejara wan de bi şerîk û pişikdar dizane.

Riha wî şad be