Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birîtanyayê riftarên rejîma Îranê di Ehwazê de mhkûm kirin

15:38 - 28 Gulan 2012

Kurdistanmedia: “William Hague” Wezîrê Derve yê Birîtanyayê riftarên rayedarên rejîma Îranê li hember xelkê Ehwazê de mehkûm kir û awayê wan riftaran ne cihê pejirandinê dan zanîn.


Navbirî cura riftar û tun û tûjiyên rejîmê li hember neraziyên bajarên “Hemîdiye”, “Şûş” û “Ehwaz”ê bi tundî mehmûk kirin û ragihand ku raporên dilêş ên azar, îşkence û heya kuştina hejmarek destbiserkiriyan di Ehwazê de cihê nîgeraniyê ye.
Wezîrê Derve yê Birîtanyayê got: Riftarên hikûmeta Îranê li hember xelkê Ewhazê binpêkirina aşkere a mafên mirovn e ku di siyasetên Tehranê de tên xuyakirin.

“Hague”, bi serahet di nameya xwe de bas ji vê kiriye ku di dema bûyerên han bihên ragihandin û rastî bin, kiryara han dê bi tundtirîn awaya mimkin bihê şûermezarkirin.

Di vê pêwendiyê de Endama Perlemana Ewropayê a Birîtanyayî ji Komîsaryaya Ewropa xwast lêkolînê bike ku gelo ne hewce ye heyetek taybet ji aliyê Şêvra Ewlehiyê a Mafên Mirovan ji bo aşkerekirina rastiyan ji Ewhazê re bihê şandin?
Ew endama Perlemana Ewropayê ji “Catherine Ashton” Berpirsê Siyasetên Yekîtiya Ewropayê xwast ku givaşan bixe ser Şêvra Navnetewî a Mafên Mirovan ku binpêkirinên mafên mirovan, bi taybetî destbiserkirin, îşkence û îdam di Îranê de bixe ber basên xwe.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê