Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuwêtê 4 hevwelatiyên Îranî bi hepsa hetahetayî mehkûm kirin

16:54 - 28 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Dezgehê Qezayî yê Kuwêtê 4 hevwelatiyên Îranî ku hatiye zanîn di karên sîxorî de dest hebûne, bi hepsa hetahetayî mehkûm kirin.
Li gor nûçegihaniya “Mêhr”ê kanala “Elerebiye” çend xulekan berî niha di bilez nûçeyê derkirina hikmê hepsa hetahetayî bo 4 Îraniyan bi tometa desthepûn di karên sîxorî de belav kir.
Ji bo bîranîn, di buhara sala derbasbûyî de rayedarên Kuwêtê torek sîxorî di welatê xwe de aşkere kiribûn û wê demê jî bas ji vê yekê kiribûn ku hin Îranê di wê tora sîxorî de beşdar in.
Wezareta Derve a Îranê wê demê ew îdia bê binema da zanîn û ragihand ku wê tora sîxorî tu pêwendiyek bi dewleta Îranê û endamên Ballyozxaneya Komara Îslamnî ve tune ye.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê