Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gelaleya terorê di 7 welatan de amade kiriye

22:16 - 28 Gulan 2012

Kurdistanmedia: “Washington Post”ê di hejmara îro de eşkere kiriye ku rejîmê gelaleya terora dîplomatên Amerîka, Îsraîl û Erebistanê di 7 welatan de amade kiriye.
Li gor nûçegihaniya Firansa, rojnameya han nivîsandiye ku karnasan di çend welatan de belge û fakterên zaf komkirine ku nîşan didin rejîma Îranê ji bo birêvebirina gelaleya han ji endamên Hizbullaya Lubnanê mifahê bistîne.
Li gor “Washington Post”ê, belgeyên han ji hin dengên zewtkirî ên telefonê, seferên hevaheng, çend sîmkartên telefonê ên mibaylan pêk tên ku di Îranê de hatine kirîn û ji aliyê meimûrên wan terorên îhtimalî ve hatine bikar anîn.
Li gor çavkaniyê, gelaleya han ji bo terora dîplomatên Amerîka, Îsraîl û Erebistanê di 7 welatên cîhanê de di nav de Azerbaycan jî hatiye darêtin.
Rojanmeya han herweha nivîsandiye rayedarên rejîma Îranê di meha Adarê de bi awayek fermî pejirand ku got û bêjên navikî tev zilhêzên cîhanê de destpê bike. Guman têkirin ku wan hewl dabe di dema got û bêjan de rewşek normal biparêzin. Lê ger got û bêjên han sernekevtin, wê demê her kes dikare texmîn bike ku dê çi biqewime.
Pirsa terora dewletî ji aliyê rejêma Îranê ve ji mêj e heye û piştî terorên rêberên opozîsyona Îranî di welatên Ewropayî de, sala derbasbû hat aşkerakirin ku rejîma Îranê hewla terora Balyozê Erebistanê di Amerîkayê de daye û herweha Komara Azerbaycanê jî gelaleyek ji bo terora karmendên Balyozxaneyên Amerîka û Îsraîlê û malbatên wan di Azerbaycanê de Aşkere kir.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê