Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

50 hezar pijîşkên Îranê bêkar dimînin

13:40 - 29 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Serokê Civada Giştî yê Pijîşkan, nûçeya bêkarbûna 50 hezar pijîşkan di dema birêveçûna gelaleya pijîşkên malbatan de belav kir.
Li gor nûçegihaniya Îlna, “Goderzî” ragihand ku ger di birêveçûna gelaleya pijîşkên malmbatan her 2 hezar û 500 nesax li jêr çavdêriya pijîşkekê de bin, gelaleya han tenê 30 hezar pijîşkan xwedîkar dihêle û ji koma 80 hezar pijîşkên Îranê 50 hezar ji wan bêkar dimînin.
Navbirî herweha got ku dema her 2 hezar û 500 nesax li jêr çavdêriya pijîşkekê de bin, nesax bilez û bêgirîngîdan dihên dîtin û gerîn, bi vê yekê jî çawaniya kar dadikeve û xizmeta hewce bi xelkê nahê kirin.
Goderzî ku di got û bêjekê de tev Îlna axaftinên han kirine dibêje: Kiryara bilez a birêvebirina gelaleya pijîşkên malbatan pirsgirêkên zaf derdixe holê.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê