Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bavê bizava rewşenbîrî li Urmiyê wefat kir

15:38 - 26 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanemdia: Kesayetiyê diyar û naskirî yê bajarê Urmiyê ku bi kesayetiyeke hunerdost û çalakvanê kulturî û sivîl yê Kurdistanê û bi taybet bajarê Urmiyê hatibû nas kirin, çû ber dilovaniya xwedê.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, Endazyar Wecdî Hatemî kesayetiyê xweşnav û ferhengî û bavê çand û wêjeya Kurdî û çalakvanê bajarê Urmiyê ku salanekî dûr û dirêj e xizmet bi kultur û ferhenga Kurd dike, roja Çarşemî 25\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê, bi sedema rawestana dil (Sekta Dil) di temen 54 saliyê de malavayî ji jiyanê kir.
Endazyar Wecdî Hatemî sala 1338\'a Rojî, li gundê Lorzîn a ser bi bajarê Urmiyê li malbeteke naskirî yê Herkî ji dayîk bû û xwendina destpêkî û navendî li bajarê Urmiyê bi pileyeke baş û berçav tewaw kir û di zanîngeha Kirmanê de li varî endazyarî ya çêkirina avahî û avedanî de, tewaw kir.
Navbirî herçiqas di malbatekî dewlemend û diyar de hatibû dinê û di varê teknîkî de xwandina xwe bi dawî kir bû, lê tevî êş u janên gele xwe aşina bû û di varû çandî u kulturî de xebat û tekoşînên berfireh kirin.
Di destpêka şoreşa gelên Îranê de tevlî xebat û çalakiyên ferhengî bû, lê piştre bi hegera zext u givaşên rejîmê, nekarî wî karî bidomîne heya ku sala 1381\'a rojî ku cehda avakirina nevendek kulturî u çandî a Kurdî li bajarê Urmiyê da û sala 1382\'a Rojî yekem kongreya navenda ferhengî a “ Ehmadê Xanî” birêve bir û di wan çend salan de xizmetek berçav bi kultur û ziman û wêjeya kurdî kir. Mixabin dewleta nû a komara ÎslamÎ ku soza pêkanîna hin derfetên azad dabû xelke, çend heyv berî niha navenda çandî a Emadê Xanî daxist û rê ji wê dereyê xizmet kirin bi çanda KurdÊ re girtin.
Di bin zext u givashen rejima islami de dile wecdi hatemi ji ledane sekini u mixabin roja 4 befranbara 1392 a roji bo hemishe xatra xwe li jiyane xwest u civaka kurdu u edeb dost u ferheng u chalakvanen kurd xembar kir.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya koça dawî ya Endazyar Wecdî Hatemî serxweşî ji civaka ferhengî û sivîl a Kurdistanê û bajarê Urmiyê û herwisa malbata wî dike û xwe di xema wan de bi şerîk dizane.

Riha wî şad be