Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

41 kuştî di 24 demjimêran de

14:46 - 29 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Di 24 demjimêrên derbasbûyî de 41 kes bi sedema topbarana bajarê “Hemma”yê de ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hatine kuştin.


Li gor raporên ku dijberên rejîma Sûriyê belav dikin, di 24 demjimêrên derbasbûyî de hêzên rejîma Beşar Esed bi bikaranîna sîlahên giran li bajarê “Hemma”yê de 41 kesên sivîl kuştine.
Komkujiya han di demekê de ye ku “Kofî Ennan” şandiyê saziya Netewên Yekbûyî duh gihîş Şamê ku li gor gelaleya berê pêşkêşî dewleta Esed kiribû, rewşa welat hêmin bike. Lê gelaleya “Ennan” ji aliyê rejîma Sûriyê ve hat binpêkirin.
Du rojan berî niha rejîma Esed di bajarê “Hole” de karesatek mezin li ser xelkê wî bajarî qewimand û di êrîşekê de pêtirî 108 kes kuştin û di nav de pêtirî 50 kes zarok bûn.
Hovîtiya rejîma Esed pêlek hêrsbûnê xist çar aliyên cîhanê û bilez Şêvra Ewlehiyê a saziya Netewên Yekbûyî civînek di vê derheqê de lidar xist û bi tundtirîn awa rejîma Sûriyê şermezar kir.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê