Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Jinek Şinoyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve birîndar bû

17:10 - 29 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Hêzên rejîma Îranê li bajarê Şinoyê destrêj ji turumbêla hevwelatiyekê kirin û hevjiya wî birîndar kirin.
Li gor nûçeyê nûçegihaniya “Mukriyan”ê, roja Îna derbasbûyî, meimûrek paygeha sînorî li bajarê Şinoyê destrêj ji turumbêla kesekê bi navê “Salih Germînî” kirin û xêzana wî bi navê “Neşmîl” birîdar bû.
Bûyera han li ser pira “Talciran” a Şinoyê qewimiye û piştî bûyerê “Neşmîl” bo nexweşxaneyê hatiye veguheztin û niha jî di mal de razaye.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê