Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Seredana heyetek Komîteya Danmarkê ji penaberan

17:17 - 29 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Heyetek Komîtey PDK Îranê – Danmark, seredana penabrên girewgirtî li wî welatî kir.
Li gor nûçeyê gihîştî malpera Kurdistanmedia: Heyetek Komîteya PDK Îranê -Danmark bi serperestiysa birêz “Diayr Mewlayî” Endamê Komîteya Giştî a PDK Îranê – Danmark seredana hejmarek penaberên Kurd û Îranî ku girewa biçîbûnê girtibûn kirin.

Heyeta han piştî guhgirtin ji xwast û axaftinên penaberan, piştevaniya xwe û partiya xwe ji wan ragihandin û soz dan ku ji bo pêragihîştin bi rewşa nebaş a wan ji bo pêwendîgirtin bi navendên pêwendîdar ên Danmark û Ewropayê re hewlên xwe xurt bikin.

Penaberên han keyfxweşiya xwe li hember wê serdanê nîşan dan û Mêhdî Qeşqawî berdevkê wan penaberan hêvî xwast ku PDK Îranê ji bo pirsa wan ji nifûz û pêgeha xwe mifahê bistîne.
16 hevwelatiyên Kurd û Îranê li welatê Danmarkê ji 7’ê Gulanê ve heya niha gireva birçîbûnê gitine û li gor zanyariyan rewşa cismanî û saxlemî a hinan nebaş e.