Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa rexistinên civaka sivîl di Îranê de

14:06 - 2 Kanûna Paşîn 2014

Serbest Urmiye

Bê guman pêşkevtin û serbilindî di tu welatekî pêşeyî û pêşkevtî de bê piştevanî û alîkariya rêxistinên civaka sivîl nemaze di qada berfirehbûna azadiyên takekesî û civakî de, negihîştiye encamê. Lê di Îranê de temenê rêxistinên civaka sivîl ne ev qas dirêj e. Ji ber vê hindê ye jî ku navberekî zaf di navbera pêşkevtin û civaka Îranê de tê xuyakirinê. Gellek kes bawer in ku berê ji ber nebûna dewletan, girûpên cur bi cur ji bo dabinkirina hewcehiyên hevbeş ên xwe û civakê li dor hev diciviyan. Lê îro zêdebûna nifûs û berfirehbûn û tevalîbûna teknolojiyê û xurtbûna meşa demokrasîxwaziyê, civakê neçar bi avakirin û damezrandina rexistinan dike. Li gor pênase, rol û taybetmendiyên xwe, her rêxistinek armanc, kiriyar û encamekî cuda dişopîne. Partiyên siyasî, yekîtî û rêxistinên din, sendîka, navendên xêrxwaziyê û ..., piranî û bi hebûna hindek cudahiyên berçav di kar û xebatên xwe de dikevin qada NGO yan de.

Di civakên azad de berfirehtirîn û bi bandortirîn pêkhateyên civakê, rêxistinên sivîl ên serbixwe bitaybetî rêxistinên pêşeyî û yên parêzerên mafên mirovan in. Di kêleka hakimiyeta yasayê, azadiya ragihandinê û befirehbûna mafên mirovan de, rêxistinên serbixwe binêşeya demokrasî û lîberalîzmê tên hesêbê.

Çar taybetmendiyên sereke hene ku rexistinên serbixwe dikin xwedî hebûn û şûnas:

1_ beşdariya dilxwaz

2_ serxwe bûn û bê minetbûna aborî û bireveberiyê ji dewletê

3_ hebûna armancên bilind di pêxema qazancê giştî de

4_ xwe dûr girtin ji tekiliyên xizmayetî, mesebî û eşîretî

Lê hikûmetên xwe sepîner û totalîter ji bo hevrikiyê tevî taybetmendiyên han û ji holêrakirina rêxistinên serbixwe pênc sitratejiyan di şopînin:

1_ qedexekirina çalakiyan bi hêceta nebûna destûra fermî

2_ tirsandin û gefxwarin ji endamên çalak ên rêxistinên han
3_ lêkolînên bê dem û wext

4_ rêxistina hin rêxistinên bi nav serbixwe, lê girêdayî bi dezgehên dewletê ve

5_ daxistina wan rêxistinên ku bi her awayekê destûra fermî bo çalakiyên xwe wergirtine, lê hin caran sînorên destişankirî qebûl nakin.

Hikûmetên totalîter bi vê hindê jî razî nabin, belku bi damezrandina hin rêxistinên tevalî, hewil didin ku tevahiya rêxistinên sivîl bikin xwedî nasnameyekî dewletî.
Di Îranê de jî heya niha tu car bi dirustî ji hêza rêxistinên serbixwe yên sivîl mihaf nehatiye wergirtin. Weke hemû dezgehên din ên civakî, NGO jî yê bûne goriyên siyasetên dewletê û rastî kêmasî û nexwşiyan hatine. Delwet bi riftarên xwe yên ne hêja û du alî weke astengekî herî mezin e pêşiya rêxistinên civaka sivîl. Ji liyekê ve rêya çalakiyan ji wan re vala dike û ji aliyê din ve jî bi dest bi ser de girtina endam û çalakên rêxistinên han, destdirêjiyên ne ji rê bo nava karûbarên wan û jê estandina derfeta fermî ya çalakiyan, hertim pisgirêkan dixwe hemberî wan.

Pêdiviya guhertinan di rêxistinên civaka sivîl de, guherîna yasayên berkar e. Helbet di vê piroseyê de nabe tucar lawazbûna pêkhate û birêveberiya rêxistinên han jî nehê berçav girtin ku wiha tên zanîn:

1_ hevaheng nebûn û newekhevbûna xwestek û hêviyên takekesan û nebûna armancên hevbeş di nava pêkhînerên rêxistinên civaka sivîl û civatên din de.

2_ tunebûna piştevaniya aborî da ku rêxistinên han ji dewletê bê minet ragire.

3_ lawazbûn yan carna jî tunebûna bernmeyekî rêk û pêk ji bo perwerdekirina endamên rêxistinên civaka sivîl û jordebirina asta têgihîştinê di nava NGO, yan de.

4_ tunebûna bernameyekî ron û domdirêj nebûna rêxistinên han.

5_ bi kar negirtina ragihandinên giştî ji bo çêkirina têkiliyan tevî civakê û danezanîna armanc, helwest û kiriyarên civaka sivîl.

6_ tunebûna têkiliyan tevî rêxistinên civaka sivîl yên welatên derdor û cihanê.

Bi vî awayî helwest girtin li hember rewşa civakê ku yek ji fakterên girîng û sereke ye di pênaseya civaka sivîl de, nahê dîtin û dide xuyakirin ku çima heya niha tu NGO yan rexistineke din a civaka sivîl nekariye serkewtinê bidest bixe. Peydabûn û pêkhatina rêxistin û girûpan di astên cur bi cur ên civakê de bi li berçavgirtina nifûsa ciwan û kêm temen a welêt, yek ji pêdiviyên bihêzkirina civaka sivîl e. Helbet di vê derheqê de hin pêngeh hatine hawêtin, weke tevgerên mamostayan, kedkaran, jinan û rêxistinên mafên mirov û zarokan, çalakên parastina jîngehê û kevnarên çandî û ... ku dikarin pêgeha xwe di civakê de pêyda bikin.
Lê ji bo ku em baştir rewşa rêxistinên civaka sivîl di Îranê de bidin xuyakirin, hewce ye ku bal bikeşînin ser yasayên rejîma Komara Îslamî ya Îranê derheq rêxistinên han.

Yasaya çavedêriyê bi ser damezirandin û çalakiyên rêxistinên civaka sivîl de
Ew yasaye di berwara 22’yê Sermawez a sala 1389’an a Rojî de û piştî pesendkirinê ji aliyê Komîsiyona Civakî a Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê ve kete rojeva mclîsê û di hefteya yekemîn a karê meclîsê di sala 1390’an a Rojî de, li gor bernameya kontirol û endaziyarîkirina rêxistinên civaka sivîl di Îranê de ku hegereke sereke a pêkhatina meşên nerazîbûnê di welêt de bû, kete ber şirove û basa kirinê.

Armancên yasayê:
Yasaya han li gor her 46 madeyên yasya rêxistinên civaka sivîl û NGOyan di Îranê de, pênc armancên sereke ji xwe digire:

1_ wegerandina rêxistinên han bi heyamê kevin û ji holêrakirin, nezok kirin û mehandina wan tevî tevgerên xelkî. Pêkhînerên vê yasayê li cem xwe hizra wegerandina civaka Îranê bo serdemê dehsalên 60’an ên Rojî û pêkanîna civakekî xelkî û pêrewê Îmam û Umet, di şopandin.

2_ nehêştina bawermendî û hitbarê ji çalakên civakî û siyasî re di hindur û derweyî rêxistinên sivîl de. Hitbar û bawermendî bi beşdariya xwerist de ku têkilî û hevkariyên civakî hêsan dike, tê bi destveanîn. Di vê rewşê de wergirtina destûra fermî ya kar û çalakiyan ji destê wan kesan ku piranî rayedarên leşkerî û ewlekar ên rejîmê ne, tu cihê hitbar û bawerpêkirnê bo rêxistinên han nahêle.

3_ valanehêştinekî destçêkirî ji valahiya di navbera gel û dewletê de ku piştî hilbijartinên Serok Komariyê di sala 1388’an a Rojî de, di Îranê de dihat xuya kirin. Hikûmetê bi damezrandina rêxistinên destçêkirî yên xwe hewil dida ku valahiya navbera gel û dewletê de veşêre.

4_ jordebirina xercê û giran ragirtina çalakiyan di refên rêxistinên serbixwe de, bi vê meremê ku gellek caran çalakên serbixwe û bi qasekê jî çalakên sivîl û siyasî poşman bin ji kar û xebatê. Yasaya han bi qasekê wergirtina destûra kar û çalakiyên rêxistinên serbixwe û sivîl di nava dezgehên hikûmetî de werdipêçe ku bi bigiştî kesên serbixwe û ne hevdengên rejîmê tevlî vê pirosêyê nebin.

5_ tevlîhevkirina tora têkiliyên civakî. Ya herî girîng ji rêxistinên civaka sivîl re têravkirin û domdirêj ragirtina têkiliyên civakî ye, yasaya han bi têkilkirina dezgehên ewlekarî û leşkerî yên rejîmê tevî kar û barên rêxistinên swebixe û sivîl, heta aqasekê kariye ku tevlîheviyê bixe nava pêkhateya wan de û astengan ji serkewtina karê wan re çêke.

Çavdêriya karbidestên rejîmê li ser rêxistinên civaka sivîl.
Pîvana herî baş ji bo azadiya gel di çalakiyên biyava giştî di sîstema yasayî ya rêxistinên civaka sivîl û siyasî di Îranê de bawerî û pabenbûn bi sîstema Wîlayeta Feqîh e. Di rewşeke wiha de tenê alîgirên rejîmê dikarin di vê biyavê de bimînin.

Reformxwazên serdema serkomariya Xatemî hertim hewil didan ku ji bilî peyayên rejîmê xelkê din jî beşdarî vê biyavê bikin, ji bo vê çendê jî madeya 17\'hem a yasaya demezrandin û çalakiyên rêxistinên ne dewletî, wiha şert û merc ji desteya damezrînerê re danîn:

1-Divêt temenê wan 18 sal temam be

2-Welatiyê Îranê be

3-Nabe tuû hikmekî siyasî bi ser wan de hatibe sepandin ku bibe heyera bêparbûna wan ji maf û çalakiyên civakî

4-Aliyê kêm 2 kes ji endamên desteya demezirêner dibe ku xwediyê bawernameya pisporiyê bin derheq kar û çalakiyên vê rêxistinê de ku divêt damezrînin.

Di bin zext û givaşên dezgehên ewlekariya rejîmê de merce hebûna baweriya teva bi rejîmê û endam nebûn di tû rêxistinên dijberî rejîm de jî bi wan mercên han hate zêdekirin.

Çavdêriya leşkerî – ewlekarî bi ser rêxistinên civaka sivîl de
Desteya bilind a rêxstina gel, organek e ku erkê çavdêriyê bi ser damezirandin, siyaset danîn, biriyar dan û çalakiyên rêxistinên civaka sivîl û sîstemên girêdayî bi wan re heye. Bi vî rengî endamên desteya çavdêriyê hertim ji wan kesan in ku bi temamî alîgir û wefadarê desthilatê ne. Weke cîgirên wezîran, pitir serokê desteya han in, berpirsên kar û barên derveyî welat, dezgehên ewlekariyê, nûnerê desthelatdar yê dezgeha dadweriyê hêza Întizamî, radyo û televîziyon, rêxistina ewqaf û kar û barên xêrxwaziyê, rêxistina komîteya harîkariya îmam, navenda kar û barên mizgeftan, nûnerên komîsyona civakî ya meclisê ku meclis hildibijêre.

Li gor vê yasayê di parêzgeh û bajaran de jî desteya çavdêriya rêxistinên civaka sivîl ji cîgirê parêzgar, nûnerên xwedî desthilat yên dezgehên ewlekriyê, û dozgeriyê, hêza Întizamî, rêxistina ewqaf , rêxistina besîc a hejar û xizanan , Sipaha Pasdaran, rêxistina piropagendeya îslamî, pêş nimêjên bajaran ku nûnerê Wilayeta Feqîh û nûnerê rêxistina gelin bi berçavgirtina sînorên cuxrafî yên diyarî kiriî ji parêzgeh û bajaran re, pêk tê.

Di vir de û bi danîna alî û rêxistinên han bo çavdêriyê bi ser rêxistinên civaka sivîl, bi eşkere tirsa rejîmê ji hebûna dezgeh û rêxistinên serbixwe derdikeve.

Desteya çavdêriyê têkilî kar û barê dana destûra formî bo damezirandina rêxstinên civaka sivîl nabe, lê çi dema ku dezgehên leşkerî û ewlekarî yê hez bikin, dikarin ku hemû aliyê kar û çalakiyên wan û belgeyên rêxistinên han mêze bikin û li gorî xwestekên xwe dosiyeyan li dijî wan amade bikin, ji bilî ve çendê, jî rêxistinên civaka sivîl hertim divêt rêya çavdêriya desteya han vekirî bihêlin.
Bi hebûna yasaya han, ji rêxistinên sivîl û ne dewletî an ku NGOyan re tenê navekî hişik û betall dimîne. Çarenivîsek ku di 30 salan bihorî de ser partiyên siyasî, ragihandinê, rêxistinên xwendekarî, malperên întêrnêtî û.... de hate sepandin.

Naveroka vê nivîsê nerîn û raya nivîskar bi xwe ye û malpera Kurdistanmedia jê berpirsiyar nine