Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî komkujiya “Holle” Dîplomatên rejîma Sûriyê hatin derxistin

21:19 - 29 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Komkujiya “Holle” dijkiryarên tund ên cîhanê li dîv de bû pirraniya welatan ew komkujî mehkûm kirin zilhêzan dîplomatên Sûrî li welatên xwe derxistin.


Li gor ragihandinan welatên Firansa, Almaniya, Birîtanya, Îtalya, Ispaniya, Eusturaliya û Kanadayê dîplomatên Sûriyê li welatên xwe derxistin.
“François Hollande” ragihand ku Balyozê rejîma Sûriyê li wî welatî hatiye desrxistin û sibê yan dusibe wî welatî bicih dihêle û herweha nûçeyê lidarxistina civîna dostên Sûriyê jî belav kir.
Nûçegihaniya fermî a Almaniya jî nûçeyê derxistina Balyozê Sûriye li wî welatî belav kir.
Eustiraliya û Birîtaniya jî dîplomatkar û Kardarên Sûriyê li welatên xwe derxistin.
Herweha dewleta Kanadayê jî gişt dîplomatên Sûriyê li welatê xwe derxistin.
Derxistina dîplomatan piştî komkujiya “Holle” ku 108 kesan di nav de pêtirî 50 zarok hatin kuştin.
Saziya Netewên Yekbûyî piştî vekolînan ragihandiye ku tenê 20 kes ji wan bi topbaranan hatine kuştin, ên din bi gulleyan hatine îdamkirin.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê