Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hovîtiyek din a rejîma Esed li Dêrezûrê

21:26 - 30 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Berpirsê Çavdêrên saziya Netewên Yekbûyî nûçeya vedîtina çendîn cesedên din belav kir û bi karesatek mezin da zanîn.
Li gor nûegihniya Firansa, Berpirsê Çavdêrên Navnetewî di Sûriyê de şeva derbasbûyî li deverekê parêzgeha Dêrezûrê de cesedê 13 kesan dîtine ku destên wan ji pişt ve hatine girêdan û cihê gulleyan li cumcumê serê wan ve dixuye.
“General Robert Mood” gotiye ku dîtina wê cinayeta dilêş kar tê kiriye.

Çavdêrên Mafên Mirovan li Sûriyê roja Sêşemî bas ji kokujiya han kiribûn.
Beşar Esed mirovkuj e û gerek here
Wezîrê Deve yê Firansa ragihand ku Beşar Esed Serokkomarê Firansa mirovkuj e û gerek di desthilatê de nemîne.

Wezîrê derve yê Firansa ragihand ku got û bêjên bi dewletên endamîn Şêvra Ewlehiyê bi taybetî Rûsiyê re berdewam in heya saziya Netewên Yekbûyî bikare di warê Sûriyê de dest bi kiryarekê bike.
“Kofi Annan” şandiyê saziya “NY” û Yekîtiya Ereban got, wî bi Beşar Esed ragihandiye ku dema got û bêjan pirr nine û dem derbas dibe û civaka cîhanî dê neçqar be li hember pirsa Sûriyê de birryara xwe bide.

Serokkomarê Firansa jî ragihand ku ji bo çareseriya pirsa Sûriyê rêçareya êrîşa nîzamî dûr nine bi şertekê ku saziya “Netewên Yekbûyî” wê îznê han bide.

Gotinên serokkomarê Firansa di demekê de ne ku Serokê Sitada Hevpar a Erteşa Amerîkayê gotiye ji bo dawîanîn bi tund û tûjiyan di Sûriyê de gerek êrîşa nîzamî bikeve ber bas.

Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê