Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyek siyasî yê Kurd 21 sal e ji mafê mirexesiyê bêbeş e

21:56 - 30 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Piştî 21 salan hepsê hêşta mafê mirexesiyê bi girtiyek siyasî yê Kurd nehatiye dayîn.
Li gor nûçegihaniya “Kurdpa”, girtiyê siyasî yê Kurd bi navê “Usman Mistefapûr” çalakê siyasî yê xelkê Pîranşarê, sala 1991’an bi tometa hevkarî tev partiyek Kurd a dijberî rejîma Îranê hatiye destbiserkirin û piştî çendîn qonax dadgehîkirinê cezaya 25 salan hepsê bi ser de hat sepandin.
Di heyamê wan 21 salan de hewlên malbata wî ji bo serbestberdana bi merc yan mafê mirexesiyê bêakam bûye.
Çavkaniya han li zarê yek ji xizmên “Usman Mistefapûr” ve belav kiriye, navbirî di heyamê hepsîbûna xwe de dayîk, bira, xwîşk û xwarziyek xwe jidest daye, lê tucar dezgehên qezayî û ewlehî ên rejîma Îranê îzna beşdariya wî di rê û resmên sersaxiyê de nedane.
Usman Mistefapûr sala 1991’an tev hejmarek çalakên din hat destbiserkirin û 2 kes ji wan hatin îdamkirin û çend kesên din jî hepsa dirêjdem bi ser de hat sepandin.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê