Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Esed berbi rojên dawî diçe

13:47 - 31 Gulan 2012

Kurdistanmedia: Çekdarên Dijberî rejîma Beşar Esed ku xwe bi Erteşa Azad a Sûriyê dane naskirin, 48 demjimêr ji Beşar Esed ra diyarî kirine ku agirbestê birêve bibe.


Serheng Qasim Seideddîn ku xwe bi Fermandeyê girûpa dijberên rejîma Sûriyê ên çekdar daye naskirin, roja Çarşemî berwar 30’ê Gulana 2012’an, got; Ger rejîma Esed heya nîvroya roja Înê bi gelaleya agirbestê pabend nebe, êdî ew jî di çarçoveya wê agirbestê de namînin û xwe ji êrîşan naparêzin.
Navbirî di girteyek vîdeoyî de axaftina han belav kir, û herweha zêde kiriye ku gerek rejîma Esed li gor gelaleya “Ennan” şandiyê “NY” û Yekîtiya Ereban” sîlahên giran ên xwe li gund û bajarna vekşîne û îznê bide tîmên hewarhatinê ên navnetewî ji bo alîkariya birîndar û xelkê medenî derbasî Sûriyê bibin.

Hevdem “Sozan Rays” Balyozê Amerîkayê di saziya Netewên Yekbûyî de li dor serîhildana şerek hundirîn di Sûriyê de û teşenekirina wî şerî di deverê de hişyarî da.

Li hember de jî “Beşar Ceiferî” Balyozê Sûriyê di saziya “NY” hêzên çekdar ên dijberî rejîma Esed bi xwedî piştîvan ji aliyê dujminên dewleta Esed ve dan zanîn.

Komkujiya Dêrezûrê ji aliyê “NY” ve hat piştrastkirin

Piştî vedîtina 13 cesedan li deverek Dêrezûrê ku destên wan ji pişt ve hatibûn girêdan û ji nêzîk ve bi guleyan ji serê wan hatibû xistin, Berpirsê çavdêrên navnetewî li Sûriyê nîgeraniya xwe nîşan da.
Piştî ragihandina rapora han ji aliyê tîma çavdêrên navnetewî li Sûriyê, saziya “NY” jî ew kuştar piştrast kir.


Rejîma Îranê bi balafirên misafiran sîlahan vediguheze Sûriyê


1146.jpg


Li gorî ku kanala “ZDF” a Almaniya belav kir, rejîma Îranê di riya balafirên misafiran ve çek û sîlahan ji bo rejîma Sûriyê vediguheze.

Saziya Zanyariyan a Rojavayê da zanîn ku şirketên balafirên “Îran Air” û “Yas Air” ku balafirên wê misafiran vediguheze welatên Rojavayê jî, Sipaha Pasdaran bi wan balafiran ji rejîma Sûriyê re sîlahan birê dike.

Li gor nirxandinên saziya zanyariyên Rojavayê egera vê yekê heye ku balafirên han sîlah ji bo êrîşên terorîstî li welatên Ewropayî jî veguheztinbin.