Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawî a endamekî kevnar yê PDKÎ li herêma Pîranşarê

15:33 - 26 Kanûna Paşîn 2014

Kurdistanmedia: endamekî kevnar yê PDKÎ bi hegera nesaxiyê li temenê 85 salî de, li herêma bajarê Pîranşarê çû ser dilovamiya xudê.

Pêka raporta Kurdistanmedia; berwara 23,01,2014an a Zayînî, Resûl Resûlî, endamê kevnar yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li temenê 85 salî de, li gundê, Kanî Şikêna herêma Mêrgan a Pîranşarê, piştî çend salan berengar bûn tevî nesaxiyê, koça dawî kir.

kekê Resûl her di jiyê xurtaniya xwe de, têkilî bi teşkîlata partiya democrat we girt û tekoşîna xwe li refên vê partiyê de dest pê kir.

navbrî kesek xwaşnav û hêja bû di nava xelkê de û xwediyê pêgehek civakî jî bû.

Li dehika heştiyan a zayînî de, bi tev heyî û samana xwe ve xizmeta şoreş û xebata Kurd dikir û mala vî hertim cihê hêminî û wehevyana kadir û pêşmergan bû, lewma tim caran ji aliyê hêzên dijî gelî yên rejîma Îraneê ve dihate eşkence kirin.

Termê xudê jêrazî Resûl Resûlî, roja pêncşemiyê, di nava aporaya xelkê Berê Mêrgan we teslîmî axê hat kirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê ji malbat û kes û karên navbirî dike û xwe di xem û kovanên wan de bi şirîk dizane.

Riha wî şad be