Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Destêwerdanên rejîma Îranê di kar û barên Sûriyê de û nerazîtiya dijberan

13:25 - 2 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Encumena Nîştimanî a Sûriyê ku eslîtirîn pêkhateya dijberî rejîma Sûriuyê ye, roja Înê di daxuyaniyekê de rejîma Îranê bi alîkarê nîzamî yê rejîma Sûriyê da zanîn.
Encumena han di Daxuyaniyekê de daxwaz ji saziya “NY” û Yekîtiya Ereban kiriye ku li hember alîkariyên nîzamî û ewlehî ên rejîma Îranê bi rejîma Sûriyê lêkolînan bikikn.
Di daxuyaniyê de hatiye ku tevê cinayetên ku rejjîma Esed di Sûriyê de birêve dibe, rejîma Îranê jî bi awayek micit di hewl de ye ku bi tewayî di warên nîzamî û ewlehiyê de Sûriyê têxe jêr sîbera piştevaniya xwe.
Di beşek din a daxuyaniyê de hatiye ku Sipaha Pasddaran a rejîma Îrnaê di operasyonên nîzamî ên teperiya xelkê Sûriyê de beşdar bûye.

Herweha Encumena Nîştimanî a Sûriyê amaje kiriye ku rejîma Îranê bi milyonan Dolar di riya bankên Lubnan û Îraqê de alîkariya rejîma Sûriyê dike.
Ji aliyek din ve jî berdevkê Wezareta Amerîkayê ragihand ku rejîma Îranê rolek şeranî di Sûriyê de heye û bi mifahsitandin ji rewşa aloz a Sûriyê Komara Îslamî dixwaze nifûza xwe di deverê de pêtir bike. Navbirî herweha got ku rejîma Îranê ji Sûryeya bibê Beşar Esed tirsek mezin heye.

Meşên roja Înê
Roja derbasbûyî jî bi hezaran xelkê Sûriyê ketin ser şeqaman û li gor raporên dirberên rejêma Sûriyê 48 kes hatine kuştin. Meşên han bi navê “Zarokên Komkujiya Hulle” hatibûn binav kirin.

Li gor rapora han bajarê Humsê ku çaraliyên wê bi çekên giran hatiye girtin, duh li jêr topbaranan de bûye.
Roja derbasbûyî di bajarên Şam û Helebê de ku du bajarên herî mezin ên Sûriyê ne, mangirtina giştî bi armanca hiloşana rejîma Esed di bazarên mezin ên wan du bajaran de birêve çû.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê