Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê xurekên hewce ji rejîma Beşar Esed re berhev dike

13:46 - 3 Hezîran 2012

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê di warên berhevkirina madeyên xurekî de alîkariyan dide rejîma Beşar Esed ku niha li jêr tehrîmên giran ên navnetewî de ye.
Nûçegihaniya “Asriran” wergirtî ji “Royterz”ê belav kir ku bazirganên navnetewî ên dexl û danan li Lenden û Parîsê gotine, seba tehrîmên giran li ser rejîma Sûriyê, rejîma Îranê ji bo hikûmeta Beşar Esed li bazarên navnetewî dexl û danan dikre û jêre dişîne.
Wan bazirganan herweha gotine: Rejîma Îranê ji bo kirîna dan û dexlên hewce ji bo rejîma Esed, daxwaz ji bazara reş kiriye û girêbestên demkurt wajo kirine.

Tehrîmên giran ên navnetwî li ser rejîma Sûriyê û zêdebûna tund û tûjiyan di wî welatî de, bûye seba vê yekê ku ku şirketên bazirganî ên navnetewî girêbestan li gel dewleta Şamê wajo nekin.

Nûçeyê han di demekê de belav dibe ku rejîma Îranê bixwe li jêr tehrîman de ye û ji bo berhevkirina dexl û danên hewce pirsgirêkên mezin hene, lê bi wî halî jî alîkariyê dide rejîma Beşar Esed.
Ragihandinên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê